SAL: 6
HEJMAR: 143
6 Adar 2006
ANASAYFA
YORUMLAR
KÜLTÜR
YAZARLAR
DENG YAYINLARI
DENG DERGÝSÝ
Dema Nû Arþiv
Roja Teze Arþiv

Ji bo nivîsên M. Emin BOZARSLAN bitikinin

“Ý”, NE “E” - II

“Ý”, NE “E” - III

“ÝRO”, NE “ÝROJ” - I

“ÝRO”, NE “ÝROJ” II

”JAR”, NE ”HEJAR”-I

”JAR”, NE ”HEJAR”-II

“JAR”, NE “HEJAR”-III
“JI” Û “LI”-I

“JI” Û “LI”-II

M. EMÝN BOZARSLAN .......................................... / Kuncê Zýmên
 

“JI” Û “LI”-III

Xani di beþê 45’an da daye zanin ku Zinê deng li dil û giyanê xwe kiriye û ji wan xwestiye ku herin Memê di girtixanê da bibinin. Hozên hingê ji devê Zinê ”ji” weha bi kar aniye:

”Ey dil, tu ji qelbê min bi derkev

Wey can, tu jibo dili bi ber kev

Hun her du herin Memê bibinin

Lê yek xeberê jibo me binin”.

Xani di beþê 59’an da bi çavê tesewwufê, qala jiyanê û rêwtiya dinê kiriye, jiyana mirovan þibandiye teneyên ku di aþan da tên hêran û li ser wi babeti weha ci daye pêþbendika ”ji”yê:

”Ew dane, bi nobet û tewali
daim dirijin ji dev çiwali”.

”Dane” Farisi ye, yani tene. Peyvik di Kurdi da ”tene” ye, di Farisi da ”dane” ye. ”Tewali” Erebi ye, yani peya-pey, li pey hev.

*

Li vir min divê ez meselekoka Kurdi ya geli ji ji xwendevanên hêja ra pêþkêþ û diyari bikim ku, pêþbendika ”ji”yê bi vê maneya xwe di wê da ji ci girtiye. Ew meselok li ser kesên wisa hatiye afirandin ku xwe bi zimanên dagirkeran qure dikin, dema çend peyvikên bi zimanên dagirkeran fêr dibin, di peyvina xwe da wan peyvikan û peyvikên Kurdi têkilhev dikin û bi wi awayi zimaneki xerib û ecêb tinin meydanê.

Navê wê meselokê bikin, ”Zimanê piç” e. Gerçi ew nav naveki qebe ye, lê ji ber ku gelê me ew afirandiye û belav kiriye, di nivisina wê da zirarek tune. Di wê meselokê da qala zilamek tê kirin ku di eskeriyê da fêrê çend peyvikên Tirki bûye. Dema ji eskeriyê vegeriyaye, xwestiye ku li serê malbata xwe û gundiyan qureti bike û Tirkiya xwe niþanê wan bide. Sibetira roja ku gihaye malê, dema li ser sifra taþtê rûniþtiye, ditiye ku jina wi ji bir kiriye ku nan dayne ser sifrê. Nanê wan ji di hebanek da bûye. Hingê deng li jina xwe kiriye û jê ra weha gotiye:

”Jinê jinê, getir hebani
çikar wi nani”.

Yani jinê jinê, hebanê bine, wi nani derxe.

Jinika reben heta hingê tiþteki wisa nebihistiye û ji wê peyva wi ya nivkurdi û nivtirki þaþ bûye û ecêb maye. Bi çavên þaþbûyi û ecêbmayi qasek li mêrê xwe nihêrtiye, paþê jê ra weha gotiye:

”Kûçik biri nava wi zimani

Te ew zimanê piç ji ku ani?”(21)

Çi bersiveka balkêþ e, ne wisa? Jinikê bi wê bersivê þeqamek hem li rûyê mêrê xwe xistiye, hem ji li rûyên kesên wisa xistiye ku qima xwe bi tiþtên gelê xwe naynin û dixwazin bi tiþtên dagirkeran xwe mezin niþan bidin. Bi rasti ew þeqam þeqama gelê Kurd e, ku bi destê jineka Kurd li rûyên kesên wisa hatiye xistin. Li vir tiþtê ji me ra pêwist ev e ku jinikê di bersiva xwe da ci daye pêþbendika ”ji”yê û gotiye ”ji ku”; yani jêdera wi zimani kêder e?

Wek ku diyar û eþkera ye, gelê Kurd bi afirandin û belavkirina meselokên weha, hem hunermendiya xwe niþan daye, hem ji daye zanin ku divê mirov qima xwe bi tiþtên gelê xwe bine, ne ku bi tiþtên dagirkeran xwe nefsmezin û qure bike. Bi peyveka di, di vê meselokê da mesajeka gelek giring û dagirti heye. Divê her Kurdek vê mesaja gelê xwe tim di bira xwe da bigire.

Kareki sereke yê pêþbendika ”ji”yê ji, niþandana esl û koka kesan û tiþtan e. Pêþbendik di vê rewþê da beri navan yan þûnnavan ci digire û niþan dide ku ew nav yan ew þûnnav esl û koka hin kesan yan hin tiþtan in.

Ehmedê Xani di despêka beþê 5’an ê ”Mem û Zin”ê da dema daxwaz kiriye ku padiþaheki Kurdan hebe, bi vê maneyê weha ci daye vê pêþbendikê:

”Rabit ji me ji cihanpenahek
peyda bibitin me padiþahek”.

”Cihanpenah” yani kesê ku cihan baweriya xwe pê bine û xwe bispêr’ê; mexsed padiþaheki Kurd ê daxwazkiri ye. Li vir tiþtê ji me ra pêwist ev e ku ”ji” hatiye karanin û hatiye gotin ”ji me” yani padiþaheki ku esl û koka wi Kurd be.

Mela Xelilê Sêrti ji di ”Nehculenam”ê da di heqê Pêxember da pêþbendik bi vê maneyê weha bi kar aniye:

”Ji nesla Qureyþ e, ji toxmê Ereb Nubuwwet di sala çili daye Reb”.

”Toxm” Farisi ye, yani tov. ”Nubuwwet” Erebi ye, yani pêxemberi.

Hozan Selimi ji di ”Yûsuf û Zuleyxa”yê da bi vê maneyê weha ci daye pêþbendikê:

 
Geri Dön Baþa Dön Yazýcýya Ver