Di çareserkirina pirsa Kurd û Kurdistanê da, gelo reqîbê me dewlet in an hukumet in?
Desthilatdarê dagîrkerên welatê me her tim dewlet in ku bi hezaran sal in ku di wî warî da xwedî tecrûbe ne. Ji bo berjewendîyên netewa xwe bandora wan ya bêsînor li ser desthilatdarên pêþ perdê heye. Ango di pirs û pirsgirikên girîng da hukumetên xwedêgiravî hilbijartî ne, xwedîyê ray dayîn, herweha jî ne reqîbê me ne.
Lê werin mêze bikin pkk û dûvikên wî dewsa dewleta piþt perdê, her tim reqîbê me hukma hilbijartî nîþan didin. Bi wê awayî dewleta zulmkar û desthilatdarê rasteqîn vediþêrin, þirîkayiya wana dikin. Her usa bi zanetî alîkarîya dewletê dikin. Çawa me di dîroka wan dawîyan da jî dît û bîhîst, hin caran yên hilbijartî di warê pirsa Kurdan da hin gotinên ne gor dilê dewletê anîne ser ziman, lê pey aghdarî û tirsfirandinan, li piþt gotin û qewlên xwe nesekînin û paþda gav avêtin.
Bo vê yekê pêwist e em hay ji xwe hebin. Yên ku rîya dûr û ne durust nîþanê me didin, yên ku di çareserkirina pirsa me da hevrazan dest nîþan dikin, baþ nasbikin.
Piranîya ol û dînê gelên rojhilatê muslumaniye. Gelo ew yek bi rastî di her warê jîyanê da me tîne ba hev? Em dizanin tu kes û girûb ku li ser îdeolojî an bîr û bawerîya yek nav qayîl nabe. Her yek dibêje, ez an em muslumanê rast in, an sosyalîst, kapîtalîstê rasteqîn im. Qaþo giravî bi wî awayî xwe ji neheqî û þaþýyan azad dike.
Nuha em li her parçê welat nimûneyek tenê bidin û lê mêzekin. Yên ku di Gelîyê Zîlan da çil hezarî betir di nav da jin û zarok bi derbekî da gulle baran kir, dewleta tirk bû her usa musluman bûn. Yê ku Helepçeyê pênç hezar mýrovên be guneh carekî da jahrdarî kir, dewleta Îraqê bu, her usa musluman bû. Dewleta Axunad ku li ser esasê muslumantîyê tê rêvabirinê, xelkê Kurdistana rojhilat ku xwe ji ber bombebaranan xwe davîtine mizgevtan, ewana Mala Xwedê jî bê tirs didane ber bombên fosforan, giþkan disotin. Desthilata Surîyê ya îslamî jî dikarî zarokên mektebên destpêkê di sînama Amûdê da yekser biþewitînin.
Nuha jî li Îraqê ketine pêsîra hevdu. Mýzgevtên hevdu bi însanan va tev diþewitînin. Ew gelek ecebên giran in. Tu aqil û mîzan nikare ji vê yekê ra bêje: Oxxx! Xweþ bû!!!
Usa dîyar e ku piranîya me Kurdan, em û ewana musluman jî bibin, bi rastî em ne milletek in. Her tim em bi destê wana hatine kuþtinê. Ew ummetek bûyînê tenê bo berjewendîyên xwe bikar anîne. Ji ber vê yekê ew ol û dîn me nake xwîþk û bira.
Bi hezaran sal in ku ji me gelekan bi vê qaydê xapandine. Bi dehan welatên wan yên serbixwe heye, dema dor tê me an jî, em jî ji bo heq û mafên xwe yên netewî dilivin, li wî lexzê dor me bi ummet û enternasyonalîzmê va dipêçînin.
Dîsa em sedan sal bi gelên Tirk, Faris û Ereban cýnarê hevdu bibin, bi hevra bijîn jî ev yek me nake xwîþk û bira.....
Lê her yek bibe xwedî heq û mafên xwe yên rewa, piþt ra em dikarin ser esasê wekhevbûnê, va li ser erdê cýhanê tev gelên din bi hevra bijîn. Ew jî pey destxistina heqên netewî, wê gelek wext bistîne. Berx heta hetayî di bin sêlikê da namîne. Her çiqas li ser sêlikê bi mîlyonan ton kevir û zinar hebin jî..
|