SAL: 6
HEJMAR: 143
6 Adar 2006
ANASAYFA
YORUMLAR
KÜLTÜR
YAZARLAR
DENG YAYINLARI
DENG DERGÝSÝ
Dema Nû Arþiv
Roja Teze Arþiv

Ji bo nivisên Lokman Polat bitikinin

Balzac û Berhemkarî

Li Amedê

Rewþa helbesta kurdî a nûjen

Nav û paþnavên ecêb

14-ê Sibatê Roja evîndaran

Berhemên wendayî

LOKMAN POLAT ............................. / RAMAN Û HELWEST

HEWESA MIN

Her însan di derbarê tiþtek de hewesa wî/wê heye. Gelek însan li gor xwesteka dilê xwe, li gor hewesa xwe bi tiþtan re mijul dibin. Dema ji tiþtek re hewesa mirov hebe û mirov bi wî tiþtî re mijul bibe, mirov ji hêla ruhî, manewî þad dibe.

Hewesa min ji xwendin û nivîsînê re hebû û hêj jî heye. Ez hêj di dibistana navîn de bum, min dest bi xwendina pirtûkên îdeolojîk, sîyasî, felsefî û berhemên edebî kiribû. Min gelek pirtûk dixwend. Paþî min dest bi nivîsînê jî kir. Ji ber rewþa siyasî ya wê demê, min belavok û semînerên teorîk, sîyasî amade dikir.

Nivîsa min a pêþîn bi nasnavekî din –nasnavekî mustear- di kovara ”Roja Nû” de di sala 1979-an de derket. Ev kovar li Swêdê derdiket û min nivîsa xwe ji Licê bi postê ji kovarê re þiyandibû. Ew dem qet di xem û xeyalê min de nebû û qet nedihat heþê min ku ez ê rojeke bême Swêdê û dest bi kar û xebata nivîskariyê bikim. Ez di sala 1980-yî de çûm Kurdistana rojhilat, li wir demek mam û vegeriyam hatim Amedê. Li Amedê min nivîseke li ser rewþa sîyasî û rêxistinî ya rojhilatê Kurdistanê nivîsî. Ez li Amedê bûm, di 12-ê Îlona 1980-yî de darbeya leþkerî a faþîst pêk hat. Kenan Evren û generalên faþîst hatin ser hikûm. Min li ser qareqtera darbeya generalan a faþîst nivîseke nivîsî.

Ji ber sedemên sîyasî û endamtiya rêxistinî ya TKSP-ê, asker û polîs li min digeriyan. Ez ji welêt derketim û çûm Kurdistana rojhilat –Îran- , paþê jî çûm rojhilata navîn –Suriye û Libnanê- û ji wir jî hatim Swêdê.

Di nav pêvajoya jîyana min a sirgûnê de, min kar û xebata xwe ya nivîsînê domand û nivîsên min di gelek kovar û rojnameyên kurdî/kurdan de hatin weþandin. Min pirtûka xwe ya yekem di sala 1990-î de weþand. Min ji sala 1979-an dest bi nivîsînê kiribû, ez di sala 1984-an de hatim Swêdê, lê min 11 sal tu pirtûkek neweþand, min her nivîsî û pirtûkan xwend. Pirtûka min a yekem ya bi kurdî, navê wê ”Evîn û Jîyan” e. Naveroka pirtûkê ji çend kurteçîrokên kurdî pêk hatiye. Piþtî nivîsîna kurteçîrokan, min dest bi nivîsîna kurteroman û romanê jî kir.

Hewesa min ji karê weþanvaniyê re hebû.. Min weþanxana bi navê ”Çanda Nûjen – Modern Kultur – Paþî min navê weþanxanê guhert û kire weþanên ”Helwest” damezrand. Min li ser navê weþanxanê çend pirtûkên xwe û çend pirtûkên nivîskarên kurd yên din weþand. Min ji karê weþanvaniyê hez kir. Mijulbûna min ya bi weþandina pirtûkan re xweþa min çû û min jî vî karî heta niha domand.

Pêwîstî bi kovareke kulturî, lîteraturî ya xwerû bi kurdî hebû. Li gor min ew dem (sala 1995-ê, yanî deh, yanzdeh sal berê) di vê hêlê de valahiyek hebû. Ne ji valahiyê bana jî, pirbûna kovarên kurdî ji bo ziman, çand û edebiyata kurdî dewlemendiye. Min biryara xwe da ku ez kovareke weha biweþînim. Weþandina kovarê hêsan nîn e. Ez bi þêweyeke profesyonelî nikaribûm vî karî pêk bînim. Lê, ji bo ku hewesa min hebû, ez karibum bi þêweyeke amatorî kovareke çandî, edebî biweþînim û bi berfirehî cih bidim danasîn û nirxandina pirtûkên kurdî. Min biryara xwe da û dest bi weþandina kovarê kir.

Ji bo navê kovarê, ez fikirîm ku navî ”Hewes” daynim. Ev nav tam li gor rewþa min bû. Ji vî karî re hewesa min hebû û min ji bo xwestek û hewesa xwe kovareke kulturî, lîteraturî diweþand. Helbet, di gel hewesê, hinek argumentên min yên din jî hebûn. Ew jî, ez zanibûm ku weþandina kovareke kurdî karekî hêja ye û ji çand, ziman û edebiyata kurdî re xizmet e.

Min ê navê kovarê ”Hewes” daniyana. Lê, paþî navê ”Helwest” hate bîra min û ev nav hîn pirtir xweþa min çû. ”Helwest” navekî xweþ bû û bi mane bû. Min di sala 1995-an de dest pê kir û bi navê ”Helwest” kovareke demsalî û xwerû bi kurdî weþand. Li binê logoya navê kovarê jî, min nivîsî ”kovara çand û edebiyata kurdî”.

Weþandina kovara Helwestê ji bo çand, ziman û edebiyata kurdî destkeftiyek bû, kar û xebateke hêja bû. Weþandina kovara Helwestê xizmeteke netewî bû û neweþandina wê wendabûnek e. Divê kovareke çand û edebiyata kurdî li Amedê bê weþandin.

 
Geri Dön Baþa Dön Yazýcýya Ver