SAL: 6
HEJMAR: 143
6 Adar 2006
ANASAYFA
YORUMLAR
KÜLTÜR
YAZARLAR
DENG YAYINLARI
DENG DERGÝSÝ
Dema Nû Arþiv
Roja Teze Arþiv

Ji bo nivisên CASÝM RÊNAS bitikinin!

Sala nû, hêviyê xurt

Mizgîniya Xêrê...

Baxçê Gulan

Xortên Kurd, guhê xwe nedine Karayilan!..

Þerên Baxdadê

Rexne, Lê Çawa?..

Du Nûçeyên Balkêþ..

Rexne Li Xwe Kirin-I

 
CASÝM RÊNAS................................................ / Kurdayetî
 
Hêyveka Taybet

Nizanim di dîroka gelên din da hêyveka taybet heye an na?

Lê, ya me heye: Hêyva Adarê.

Meha Adarê ji bo me Kurdan meheka taybetî ye.

Ji ber ku gelek bûyerên xweþ û ne xweþ yên dîrokî di vê mehê da qewimîne.

Ku, giringtirên wan ev in:

Hêyva Adarê bi rûdaveka nexweþ destpêdike û bi bûyereka xembar kuta dibe.

Ango gelê Kurd bi xembarî pêþwaziya meha Adarê dike û bi xembarî jî jê xatir dixwaze.

Serokê nemir Mistefa Barzanî di roja destpêka meha Adarê da ji gelê xwe xatir xwast û çû dilovaniya xwe.

Pêþavayê nemir Qazî Mehemed û hevalên wî, di 31-ê Adarê da ango di axirîn roja hêyva Adarê da, ji aliyên dagirkerên Kurdistanê ve hatin darda kirinê.

Ne tenê herdu bûyerên xembar, di meha Adarê da dilê gelê Kurd diêþine.

Qetlîama Helebçê, ku di dilê hemû Kurdan da birîneka kûr e, di 16-ê Adarê da qewimî.

Di hêyva Adarê da her usa berxwedanên Kurdan jî destpêkirine.

Yek ji wan serhildana Dêrsimê ye, di sala 1936-an da.

Pir mixabin serhildana Dêrsimê bi serneket û bi dehan hezar Kurd bi destê dagirker û kemalîstan hatin kuþtin û nefî kirinê.

Lê belê di meha Adarê da, li Baþûr serhildanek destpêkir û serket; bû bingeha Parlamentoya Kurdistanê, Federasyona Kurdistanê, Hikumeta Kurdistanê: Raperîna sala 1992-an.

Raperina kurdên Baþûr, di destpêka meha Adarê li bajarokê Ranyayê destpêkir û Kurdan di heyameka kurt da, heya dawiya meha Adarê piraniya bajar û bajarokên Kurdistana Baþûr ji bin zulma BAASê rizgar kirin.

Par na pêrar, xelqê Qamiþloyê qehremên, di niverasta meha Adarê da dijî zilm û zordariya rejima BAASê derketine meydanê, singê xwe kirine mertalê þeref û keremeta Kurdistanê.

Bûyerek, ku di dîroka Kurdan da bi tîpên zêrînî hatiye nivîsin, “Beyana 11-ê Azarê” ye.

Ku, yekemîn peymana fermî ye û têda hinek mafên Kurdan yên netewî û demokratîk cî digrin, di meha Adarê da hatiye îmze kirinê.

Lê belê rojeka heyva Adarê heye, ku hemu Kurd di vê rojê da derd û êþa xwe ji bîr dikin.

Bi rûyekê geþ û ken ber bi vê rojê diçin.

Xebatkar û tekoþerên kurd û Kurdistanê di vê rojê da peyman nû dikin, ku heya axirîn nefesa xwe, heya axirîn dilopa xwîna xwe, ji bona azadiya welat û bextewariya gel kar û xebat bikin.

Ev jî 21-ê Adarê ye, Newroz e..

Ez nizanim, di jiyana gelên dinê da heyveka taybetî heye, ku wekî Adara me be?

 
Geri Dön Baþa Dön Yazýcýya Ver