Herwekî tê zanîn Komîta Karger a Koma Komelên Kurdistan
(KKK) deklerasyonek bi navê “Deklerasyon Ji Bona Çareseriya
Demokratik a Kêþaya Kurd” belav kir, ku têda pêþniyarên KKKê
ji bona çareser kirina pirsa Kurd li Tirkiyê hene.
Hem di deklerasyonê da, hem jî di axaftina Serokê Komîta
Karger a KKKê da çend xalên balkeþ hene, ku divê bêne dubare
kirin, daku rûyê rastî ya KKKê û armanca þerê PKKê, li diji
dewleta Tirk carekî din zelal be.
Deklerasyon balê dikþine ser xalek û dibêje, ku “PKK di
sala 1999’an da li ser bangawaziya Ocalanê dev ji stretejiya
xebata çekdarî berda û gerilla derketin derwayê tixuban.”
Em hemû dizanin, ku mebest ji “derwayê tixuban” Kurdistana
Baþûr e.
Pirsiyarek tê hole. Gelo çi bû, çi qewimî çi hat guhartinê,
ku PKK vegeriya ser stretejiya xebata çekdarî, dest bi þer
kir?
Ca, þerê vê carê ya PKK ne ji bona Kurdistana serbixwe,
an federasyon û otonomî ye.
PKK ji bo daxwazên hanê dibêje “dawxazên ne serdemî û kevneperest.”
Armanca þerê dawiya PKK ji bona demokratîze kirina Cumhuriyeta
Tirkiyê, bona tenduristiya Ocalan û azadiya wî bû û niha
jî usa ye.
Daxwazên, ku KKK di deklerasyonê xwe da bona çareser kirina
kêþeya Kurd peþniyar kiriye, niþana vê rastiyê ne.
Di deklerasyona hanê da 6 xal hatine rêz kirin, ku bi kurtî
ev in:
Naskirina nasname Kurd di bin banê nasnameya Tirkiyeyî da;
rakirina astengên li ber çand û zimana Kurdî, nasandina mafê
perwerde bi zimanê zikmakî, ligel Tirkî, qebul kirina Kurdî
wekî zimanê fermî; nasandina mafên bîr û bawer û damezrandina
rêxistin; azad kirina hemû girtiyên siyasî bê qeyd û þert;
belav kirina sîstema caþîtî û pêþve kiþandina hêzên taybet
ji Kurdistanê, vegerandina gundiyan bo gundên xwe. Ku, paþ
ci be ci bûna xalên jorî, gerîlla çekên xwe datîne û beþdarê
civata sîvîl dibin.
Helbet hinek daxwazên jorîn rewa û bi heq in wekî belav
kirina sîstema caþitî, rakirina astengan li ber ziman û çanda
Kurdî, azad kirina girtiyên siyasî bê qeyd û þert û hwd..
Lê belê gelo ji bona daxwazên hanê pêwîst e þer bê kirinê,
xortên Kurd derkevin çiya, bikujin û bêne kuþtinê?
Gelo bilî ji PKK, (ku dibêje nasnama Kurdî wekî nasnameka
jêrî di bin banê nasnama Tirkiyeyî da) rêxistineka din heye,
girêdana nasnama xwe bi nasnameka biyanî ra, wekî mercek
ji bo çareseriya keþêya netewî pêþkeþ bike?
Û pirsek tê holê. Gelo PKK, ku bi destûra Ocalan dev jê
stratejiya xebata çekdarî berdide û dîsa bi destûra wî vedigere,
di warê deklerasyonê da çiqas samîmî ye? Gelo kî desteber
dike, ku sibê-dusibê Ocalan tiþtên din, ku bi berjewendiya
dewleta Tirk in, nebêje?
**
Gava meriv bala xwe dide peyamên Ocalan, ku bi rêya parazerên
xwe belav dikir, dibîne ku PKK, bi destûra Ocalan û bo berjewendiya
hêzên mîlîtarist, kevneperest, hezên dij-Yekitiya Ewropa
(YE) dest bi þer kiriye.
Bi gotineka din generalên Tirk destûr dane Ocalan, ew jî
destûr da PKK, ku dîsa vegere ser stratejiya xebata çekdarî.
Daku rewþa Tirkiyê tevlihevtir, aloztir be.
Ku, hencet bikeve destê mîlîtarîst û kevneperestan, ji bona
ku zext bikin ser hikumeta Erdogan; proseya YE bikeve tengasiyê.
Daku hencet bikeve dewleta dagirker, ku êrîþ bike ser Kurdistana
Baþûrê, deskevtiyên netewî ya vê baþê welatê me têkbide.
Herwekî peyam û gotinên Ocalan dide xuya kirinê, ew jî dijî
ezmûnê Kurdistana Baþûrê ye.
Ocalan ji bona Hikumet û Parlamentoya Kurdistanê goti bû,
“Ezmûna Kurdistana Baþûrê xencerek e, li piþta ve li cihana
Ereb hatiye xistin.”
Gotina hanê ya Ocalan wekî ronahiya rojê zelal e: Damezrandina
Hikumet û Parlamentoya Kurdistanê îxanet e bo cihana Ereb!
Ku, cihana Ereb, her tim dijî tevgera azadiya Kurdistanê
bûne.
Ocalan dibêje, “Li Baþûrê dewleta Kurd ava dibe. Li piþta
dewleta hanê dewletên Rojava û Dewletên Yekbûyî ya Amerîka
(DYA) hene. Ýdeolojiya dewleta Kurd nasyonalîzm e. Nasyonalîzma
Kurd ji Ýranê, ji Tirk û Ereb û kesên din wê tiþt bixwaze.
Ku ev yeka jî qetliaman ligel xwe wê bîne.”
Mebesta Ocalan ji bêjeya “tiþt” xak e. Ango Ocalan dibêje,
Kurdistana Baþûr wê bibe dewleta serbixwe û yekgirtiya Kurdistanê.
Ku ev yeka dibe sedema kuþtin, qetliaman!..
Eger karbidestên dewleta dagirker bêjîn ku ava kirina dewleta
Kurd wê bibe sedema qetliaman, me bi kuþtin û qetliam tehdît
bikin, haqê wan e. Ji ber ku ew dagirker in û ciyê loma û
gazinde nîn e.
Lê, “Serokê neteweyî” jî bi zimanê dagirkeran diaxive û
mixabin bi hezaran welatparêz jî jê ra çepik lêdixin, “bijî,
bîjî” dibêjin.
Ku ev yeka kêþeyeka mezin e û divê bizava welatparêziya
Kurdistanê çareser bike.
Bi baweriya min rêya wî tenê bi hêztir kirina bizava rizgarixwaziya
Kurdistan e û haydar kirina welatparêzên hanê ne, ji rastiya
Ýmraliyê...
|