Wek ku berê ji dý “Kuncê Zýmên” da bý hýn munasebetan me
dabû zanin, hýn peyvýkên me lý hýn herêmên Kurdýstanê bý
awayên pýçek cuda bý kar tên anin. Ew awa, awayên herêmi
ne. Yek jý wan peyvýkan ji “kani” ye. Ev peyvýk lý hýn hêlên
Kurdýstanê dý gotýnê da bý awayê ”kahni” bý kar tê anin.
Wek ku ”bawer” lý hýn hêlên welêt bý awayê “bahwer” bý kar
tê anin, lý hêlna “h”yek lý “kani”yê ji tê zêdekýrýn û ew
ji bý awayê “kahni” tê gotýn.
Mýxabýn ku mýrov carna wi awayi dý nývisinê da ji dýbine.
Welew ku ev peyvýk lý hýn hêlên welêt dý peyvina gel da bý
awayê “kahni” bý kar bê anin ji, dývê ku ew awa, wek awayeki
devki yê herêmi dý peyvinê da bê hiþtýn, lê nebe awayê nývisinê.
Lewra awayê rast ê vê peyvýkê “kani” ye; dý nývisinê da dývê
ku ew awa yani “kani” bý kar bê anin.
Berê me dývê em vê yekê bý xwendevanên berrêz býdýn zanin
ku ev, peyvýkeka gelek kevn e û wek gelek peyvýkên me yên
di, koka wê ji dýgije zýmanê Pehlewi, ku zýmanê dewleta Medyayê
bûye. Peyvýk dý zýmanê Pehlewi da ”xanik” bûye; dý Kurdi
da guheriye bûye ”kani”. Týþteki pýrr balkêþ e ku ev peyvýk
jý zýmanê Pehlewi tenê gihaye Kurdi, negihaye Farýsi. Dý
Farýsi da jý kaniyê ra ”çeþme” tê gotýn.
Ev peyvýk maneyeka rastin a ferhengi û meneyeka têwkýri
(mecazi) dýdêre; yani maneyeka wê ya rastin a ferhengi hey
û maneyeka wê ya têwkýri heye. Mana wê ya ferhengi weha ye:
Jêdera ava lý derê ava çeman û deryayan û newalan û biran;
ciyê ku ava xeyn jý ava çeman û newalan û deryayan û biran
jê derdýbe û dýherýke.
Peyvýkê bý vê maneya xwe ya rastin a ferhengi dý edebiyata
Kurdi ya klasik û folklora Kurdi da gelek ci gýrtiye. Mesela,
Ehmedê Xani dý beþê 8’an ê ”Mem û Zin”ê da dema salýxê rýndiya
Sýtiyê û Zinê daye, gerdenên wan þýbandýne kaniya ava heyatê
û dý heqê pesnê wan da peyvýk weha bý kar aniye:
“Gerden, te dýgo dý destê saqi
qarûre ye, pýrrþerabê baqi
Yan þubhetê þiþeya nebatê
yan menbeê kaniya heyatê”.
Ev her çar malýk bý Kurdiya xwerû weha ne:
“Gerdena her yekê, te dýgot qey þûþe ye
dý destê meygêr da
ye û týji mey e
yan dýþýbiya þûþeya þekýrê nebatê
yan dýþýbiya serçaviya
kaniya heyatê”.
Mexsed jý “kaniya heyatê”, kaniya ava heyatê ye. Wek ku
tê zanin, lý gora baweriyê, kesê ku ava wê kaniyê vexwe,
dýbe týmzýndi, dýbe nemýr, êdi namýre. Xani gerdenên her
du xuþkan þýbandýnbe wê kaniyê.
Xani dý beþê 50’yi yê “Mem û Zin”ê da ji dema qal kýriye
Mir bý þêwra Bekýr çûye bý Zinê ra peyýviye û jê daxwaz kýriye
ku here Memê jý gýrtixanê derine, daye zanin ku jê ra weha
gotiye:
“Ew têhn e, tu kaniya Ferat i
Ew xeste, tu çeþmeya heyat
i”.
Peyvýkên “xeste “û ” çeþme” yên ku dý malýka 2’yan da ci
gýrtýne, her du ji peyvýkên Farýsi ne.
Ev her du malýk bý Kurdiya xwerû weha ne:
“Ew ti ye, tu ji serçaviya çemê Ferat i
Ew nexweþ e, tu ji kaniya ava heyat i”.
Pertewê Hekari ji dý helbesteka xwe da weha ci daye vê peyvýkê:
“Serçeþmeê heywan e we ya kaniya kewser
ya durceke yaqût
e, mýrari veþýrandi?”
Ev her du malýk ji bý Kurdiya xwerû weha ne:
“Gelo serçaviya ava heyatê ye yan kaniya kewserê ye
yan qutiya
yaqût e, tê da mýrari veþýrandi ne?”
|