Eger dewleta dagirker qedexe neke, di roja 5’ê meha Tîrmehê
sala 2006’an da, welatparêzên Kurd ji bo bîranîna serokê
Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiyê (PDK-T) Faik Bucak,
li ser qabrê wî bêne ba hev û vefadariya xwe li þehîdên xwe
nîþan bidin.
Ez piþtrast im, li derwayê Kurdýstana Bakûrê gelek kes hene,
ku bi dil û can dixwazin di vê merasîma girîng da beþdar
bin. Lê belê ji ber sedemên eþkere û diyar nikarin. Lê dîsa
ez piþtrast im ku dilê wan, bîr û hizrê wan, di roja merasimê
da, wê ligel beþdarên merasimê bibe..
Ez yek jî ji wan kesan im...
Herweku tê zanîn, 40 sal berê niha, Serokê PDK-K Faik Bucak
hatibû kuþtin. Eger ez þaþ nebim, evê cara yêka ye, ku Faik
Bucak li ser qebrê xwe, bi beþdarbûna gelek welatparêzan
û bi bernameka rêk û pêk, tê bîr anînê. Ev yêka jî niþan
dide, ku dewleta dagirker û nijadperestên Tirk çi dikin bila
bikin, çiqas zordar dibin bila bin, çiqas xwîna Kurd dirijinin
bila birijinin, nikarin derheqa þehîdan, hestê vefadariyê
ji dilê me derxin.
Rast e, ji ber gelek sedeman, ji ber zilm û zordariya degirkeran,
Kurd carna nikariye, an neveriye yadê rêber, serok û pêþengên
xwe yên þehîd, li ser qebra wan bike. Lê, Kurd tu caran þehidên
xwe ji bîr nekiriye, nake. Berdewamiya xebata û rêbaza wan,
nîþana vê rastiyê ye.
Bê guman nav û nasnameya kesên, ku pilepîtkeyê (tetîk) kiþandiye,
çi dibe, bila be, di piþt perdeya kuþtina Faik Bucak de dewlet
heye. Qetilê þehîde nemir sîstema dagirkerî ye, siyaseta
zilm û zordarî ye.
Dîrokê me, niþanê me dide, ku dijmin û nehezên azadiya Kurdistanê,
hertim xwastine, ku gelê Kurd bê rêxistinên siyasî û civakî
û çandî be. Ronakbîr û zanayên Kurd ji tevgera netewî dûr
bin. Bona wan armancên kîrêt, çi ji destê wan tê, dikin.
Serok û kadroyên bijartî yên rêxistinan dikujin, gefa li
ronakbîran dixwin û hwd..
Guman têda nîne, ku kuþtina helbestvan û ronakbîrê hêja,
serokê PDK-T Faik Bucak her ji ber sedêmên jorî bû.
Li Bakurê Kurdistanê, Faik Bucak serokê þehîd a yêka nîn
e. Xalid Bege Cîbrî, Þêx Saîdê Pîran û hevalên wî, Sêy Rizayê
Dêrsimî û yarenên wî, Alîþêr û jina wî Zarife Xatun beþek
in ji serok û rêberên Kurd, yên ku ji aliyê dewletê kurdkujê
va hatine kuþtin û bi darda kirinê. Û her usa em dizanin,
ku gora hinek serokên me yên þehîd diyar nîn e. Kes nizane
qebrên wan li ku ne?
Merasîma, ku ji bona bîranîna Faik Bucak hatiye amade kirinê,
destpêkekê gelek giring û baþ e, ji bona bîranîna rêberên
þehîd yên dinê.
Bi baweriya min, bîranina serokên þehîd, erkeke girîng a
tevgera netewiya Kurd li Kurdistana Bakurê ye. Bizava azadiya
Kurdistanê bona vê armanca pîroz, divê ligel malbata þehîdan
bi gor zirufên heyî bername amade û ci be cî bike.
Kar û çalakiyên hanê yên hevbeþ, ne tenê vefadariya me nîþan
dide, hestên netewî bilind dike, her usa dibe bingeheka qehîm
ji bona hevkarî û hevbendiya hezên welatparêz.
Ez carekî din li ber bîranîna Faik Bucak û hemû þehîdên
Kurdistanê qirnoþ dibim.
Rûhê wan þad, rê û rêbazê wan berdewam be.
(* ) Faik Bucak e an Fayiq Bucax? Gelo ji aliyê rêziman
û rastnivisê kîjan rast e? Ez nizanim. Ev yêka karê zana
û pisporên zimanê Kurdî ne. Divê ew biryar bidin, bêjeyên
ku ji derve tê û tekîlê zimanê me dibe, wê çawa bên nivîsîn?
Wekî xwe bê nivîsîn an çawa tê xwendinê usa bê nivîsîn?
|