Li Tirkiyê her tim weha tê gotin;
“Tirkiyê, li ser ji hevketina împaratoriya Osmanî hatiye
damezrandin; sistema rêvabirina Tirkiyê cumhurîyet e, Tirkiye
welatekî demokratîk e.”
“Tirkiyê edî ne ji alîyê sultan, þah û padiþahan ve tê rêvabirinê,
rêvabirin di destê gel da ye” û hwd..
Gelo bi rastî usa ye?
Desthilatdarê Tirkiyê, gel e?
Gelo rast e, ku Tirkiye welatekî demokratîk e, demokrasî
têda cigir bûye?
Helbet, li Tirkiyê ji roja damezrandina cumhuriyetê pêva
þah, sultan û padiþah deshilatdar nîn in.
Bi ragihandina cumhurîyetê va, deshilatdarî ji destê padiþah
û sultan derket.
Sultanên Osmanî ligel malbatên xwe, welatê xwe bi ci hiþtin;
neçar man ji Tirkiyê derkevin; çûne derva...
Eger bêjin, “ji roja damezrandinê heta îro, li Tirkiyê leþker
desthilatdar e”, ne xelet e.
Ku, cumhuriyeta Tirkîyê hate avakirin, paþayên Tirk cilên
xwe yên eskerî derxistin, cilên sîvîl li xwe kirin, kravat
girêdan, bûne Wezîr, karbidestên payebilind û endamên Parlamentoya
Tirkiyê.
Ligel evê, paþayên Tirk sê caran jî, di salên 1960, 1970
û 1980’an da jî cilên xwe yên eskerî ve hatin ser hikum!.
Ango, bi gotina nivîskar û lêkolînvanê hêja M. Emin Bozarslan,
“sultan û padiþah çûn, paþa hatin.”
Li Tirkiyê bîr û hizra askerî, bi gotineka din bîr û hizra
mîlîtarîzmê her tim bi hêz bû.
Îro jî usa ye..
Rast e partîyên sîyasî hene, hilbijartin çêdibin, kar û
barên dewlete di destê hikumeta sîvîl da ye.
Lê belê bûyer û pêþhatiyên Tirkiyê nîþan didin, ku stûyên
piraniya partiyên siyasî yên Tirk, li hember paþayan xwar
in.
Paþayên Tirk, bi þiklên cur becur rê li ber hikumeta sîvîl
rast dikin; destur didin; gef dixwin..
Erkê serekî ya hikumetên Tirk jî ci be ci kirina daxwazên
leþkeran e.
Li ba hikumetên sîvîl daxwazên paþayan ji hemu tiþtan girîngtir
in.
Ji bona vê yekê jî Tirkiye qiþlayeka mezin e.
Li welatên demokratîk leþker, paþa û general girêdayê siyaseta
sîvîl in.
Ango, hikumet destur dide, ne leþker..
Ji bona vê yekê ye, ku Yekitiya Ewpopayê-YE, kêmkirina desthilatdariya
leþker, wekî mercekê endametiyê datine li ber Tirkiyê.
YE ji hikumeta AKPê dixwaze, rewþa heyî bigorine, daku ne
tenê paþeyên Tirk êdî destur nedine hikumetê, her usa bikevine
bin qontrola sîyaseta sîvîl.
Gelek hêz û kes û saziyên sivîl piþtgiriya daxwaza hanê
ya YE dikin.
Her usa gelek kes, partiyên sîyasî û dezgehên sîvîl jî dijiî
daxwaza YE derdikevin.
Ji paþayan pirtir, paþati dikin.
Ji xwe, bona parastina bîr û hizra mîlîtarîzmê ne hewce
ye, ku merîv endamê dezgehên eskerî be.
Miqaþên dawî ya li ser axaftina Mehmed Agar, vê yekê nîþan
didin.
Gava Mehmed Agar rexne li axaftina generalên Tirk girt,
behsa “sîyaseta deþt” û lêborînê kir, beriya paþayan, paþayên
sîvîl êrîþ kirin ser Mehmed Agar.
Paþayên fermî û sivîlên Tirk, wekî Serokê CHPê Denîz Baykal
û Serokê ANAPê Erkan Mumcu û gelek kesên din yên sîvîl rexneyeka
tund li Mehmed Agar kirin.
Gengeþîyeka tund di nava wan da derket.
Lê belê, di derheqa gengeþiya hanê da, tu deng ji hikumeta
Erdogan derneket, dernakeve.
Tu dibêjî miqaþa hanê li hîvê çêdibe!..
Gengeþî, bûyer û pêþhatiyên dawî yên Tirkiyê carekî din
nîþan didin, ku þer û pevçûnek tund di nava sîyasetên sîvîl
û mîlîtarîst da heye.
Carekî din eþkere bû, ku heta sîstema mîlîtarizmê têkneçe,
heta bîr û hizra militarîzmê di nava civatê da lawaz nebe,
Tirkiye nikare bibe welatekî demokratîk û endamê YE.
Bona ku li Tirkiyê demokrasî cigir be û rêz li mafên mirov
û maf û azadiyên demokratîk bê girtin, berê her tiþtî divê
paþayên Tirk vegerine qiþlayên xwe, tesîra paþayên sîvîl
di nava civatê da bê þikandin.
Tenê partî, sazî, dezge û kesên dij-mîlîtarîst dikarin vê
erkê ci be cî bikin.
Ne hikumeta AKPê, ku li hemberê paþayan da stuxwar e.
|