Dema Nû/Amed
Tevgera Yekîtîya Neteweyî ya Kurd-TEVKURDê, bi mebesta balkişandina raya giştî ya li ser xeteriyên bûyer û qewmandinên dawî yên li Tirkiyê, civîneke çapemeniyê ya bi girseyî lidar xist û daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hebûna neteweya Kurd, bi awayekî zanistî û sîstematîzekirî dibe hedefa tîrên nijadperest û şovenên tirk.

Di daxuyaniya ku di 31ê Çiriya Pêşîn de li taxa Ofîsê ya Amedê ji aliyê Îbrahîm Guçlu ve hat pêşkêşkirin de, hat diyarkirin ku avabûna Dewleta Federe ya Kurd, berê Tirkîyê, hêzên statukoperest û kevneperest ên Îran û Sûrîyeyê daye lêgerîn û polîtîkayên êrîşkar yên nû. Herweha, di daxuyaniyê de hat ragihandin ku vv demek e serokerkanî, hikumet, partiyê mxalîf û hemû sazîyên Tirkîyê, bi taybetî jî bi pêşengîya çapemenîyê bi civatê sendromeke ‘tezkereyê’ didin jîyandin.

Herweha, bal hatiye kişandin li ser helwest û polîtîkaya dewleta Tirk ya li dijî gelê Kurd û weha hatiye gotin; “Dewleta Tirk di 27 salên dawî da bi hinceta terorê, bi navê jiholêrakirina heq û huqûqan, di polîtîkaya êrîş û pelixandinê da israr kiriye, mafên gelê Kurd tune hesab kiriye, mîlîtarîzma Tirkiyeyê xurt kiriye û bi vê sîyasetê rêvebirîya welat kiriye destê esker û brokrasîya sivîl. Niha jî eynî zîhnîyet kiryarên PKKê wek sedem nîşan didin û hukumeta Federe ya Kurd û dewleta Iraqê ya hukumdar tehdîd dikin û dixwazin di navbera Kurdan da birakujîyeke nû biafirînin.”
Armanca şerê Tirkîyeyê ya yekdengî, bi qasî ku hilweşandina Dewleta Federe ya Kurd dixwaze ewqas jî dixwaze pêşî li azadîya Kurdistana Bakûr bibirre. Ji ber vê yekê, li ser civatên Kurd ên Kurdistanê û metropolên Tirkîyê kiryarên tirsehêz û bêdengkirinê tên ajotin.” |