STOKHOLM-28/10-2007. Kurdên Swêdê li bajarê Stokholmê li dijî planên şer yên Tirkiyê xwepêşandaneke mezin pêkanîn. Xwepêşandan jı aliyê Komîta Hevkarî ya Hêzên siysasî yên Kurd û Kurdistanî, Federasyona Komeleyên Kurdistan û Însiyatîfa Kurdên Swêdê hatibû amadekirin.

Li meydana nav bajêr nêzîkî 5000 kurd; jin û mêr, zarok, kal û pîr kombûn, bi hevra li dijî planên şer yên Tirkiyê dengê xwe kirin yek. Bi zimanê swêdî û kurdî gotar hatin xwendin, hunermendan stran gotin. Di dirêjaya bernamê de hunermend Çopî, Şevger, Zozan û gelek hunermendên din stran û sirûdên kurdî xwendin.
Beşdaran bi sedan alayên Kurdistanê û pankartên wek “Planên Tirkiyê ji bo ketina Kurdistana Başûr bidin rawestandin”; “Aştî belê! Şer na!”, “Planê şer ên Tirkiyê mehkûm bikin!” bilind girtin, slogan xwendin.

Nûnerên partiyên siyasî yên swêdî, beşdarî civînê bûn û piştgiriyeke germ nîşanî daxwazên kurdan dan. Serokê partiya Çep (v) Lars Ohly, parlamentera Partiya Sosyaldemokrat Inger Segelström (parlamentera YE), parlamenterê Partiaya gel (fp) Fredrik Malm, nûnerê partiya Kesk A. Rebwar di axaftinên xwe de planên Tirkiyê yên şerxwaziyê li dijî desthilatdariya Kurdistana Başûr mehkûm kirin, û gotin ku, ew ê li dijî wan planan bêdeng û bê helwest nemînin.
Serokê Pariya Cep Lars Ohly di axaftina xwe de, wezîrê dervayî Swêd Carl Bild rexne kir ku helwesteke maqûl û durust nîşan nade di vê pirsê de. Divê Swêd helwesteke bi biryar li dijî êrişkariya Tirkiyê nîşande.
Axifewanan di gotarên xwe de bi tundî îşaret pê dan ku dewleta Tirk ji xwe re bahanayan peyda dike daku êrişê bibe ser Kurdistana Iraqê û destkevtiyên kurdan pêk bibe. Fredrîk Malm got ku nîyeta Turkiyê wergirtina Musul û Kerkukê ye, lê ji xwe re hinek bahaneyên din cêdike û tîne pêş.
Xwepêşandana kurdan bi xwendina sirûda “Ew reqîb” û bi serfirazî gihîşt dawiyê.
(kurdistannu)
|