Navenda Nûçeyan
Bi zêdebûna tevger û bicîhkirina hêzên leşkerî ya li herêma bakûrê Kurdistanê re, hêzên leşkerî yên li herêma bajarê Colemêrgê ketin alarmê û di çarçoveya ‘herêma ewlekarî’ de fermana kuştinê hat dayîn.

Li gor ku ji aliyê jêderên herêmê ve hatiye belavkirin, li herêma navborî ji bo qereqol û bingehên leşkerî fermanek hatiye belavkirin ku divê ger kesek sivîl bêdestûr li ‘herêma ewlekarî’ bê dîtin, fermana kuştinê heye û hêzên ewlekarî dikarin wî bikujin.
Sewqiyata çek û cebilxaneyên leşkerî ya li ser sînoran dom dike
Artêşa tirk sewqîyata ser sînorê Kurdistana azad didomîne. Ji sîleh û alavên tên sewqkirin xuya dike ku armanca tirkan ne PKK, Kurdistana zad bi xwe ye.
Artêşa tirk sewqiyata ku ev meheke destpêkirîye bilez û bez didomîne. Bi sedhezarn leşker, bi sedan tanq û top û herweha bi sedan jî helîkopter li ser sînorên Kurdistana azad tên bicîhkirin.
Ji çek, alav û wasitayên li ser sînor tên bicîhkirin xuya dibe ku armanca dewleta tirk ne PKK, Kurdistana azad e.
|