SAL / YIL          : 7
HEJMAR / SAYI : 227
TARÎX / TARiH  : 01.11. 2007
 

 
Saziyên sivîl ji PKKê daxwaza danîna çek dikin


Dema Nû/Amed

Bi qasî 91 saziyên sîvîl yên bajarên herêma Bakurê Kurdîstanê bang li PKKê kirin ku divê çekên xwe dayne û şer bide rawestandin.


Bi qasî 91 saziyên sivîl yên bazirganî û pîşesazî yên bajarên Amed, Şirnex, Riha, Semsûr, Êlih, Mêrdîn, Sêrt, Elezîz, Wan, Entab, Mûş, Agirî, Bîngol, Dêrsim û Qersê daxuyaniyeke hevbeş belav kirin û di vê daxuyaniya xwe de bang li PKKê kirin ku divê çekên xwe dayne û şer bide rawestandin.
Daxuyaniya hevbeş ya saziyên navborî, ji aliyê Serokê Xurfeya Pêşesazî û Bazirganî ya Amedê Mehmet Kaya ve hat pêşkêşkirin. Di daxuyaniyê de ji PKKê tê xwestin ku dawî li şîdetê bîne û xwe amade bike ji bo çakdanînê. Herweha ji PKKê tê xwestin ku eskerên êsîr jî serbest berde.
Saziyên navborî, di daxuyaniyê de li dijî operasyona leşkerî ya artêşa Tirkiyeyê jî dertên û diyar dikin ku wê di encamê de aboriya herêmê têk biçe. Herweha, di berdewamiya daxuyaniyê de ji bo çareserkirina pirsa kurd jî rêyên demokratîk tên nîşandan.

 
    Yönetim Yeri ve Yazışma Adresi : Kurt İsmail Paşa 5. Sok. Fırat 5 Apt Kat:1 No: 2 Ofis/DİYARBAKIR   Tel: 0.412 223 89 23
    Yurtdışı Temsilciliği : Postfach: 131931, 42045 - Wuppertal/Almanya  Tel: 00 49 202 283 23 39 - Fax: 00 49 202 758 34 79