Navenda Nûçeyan
Komîteya Dervayî Welat ya Partiya Sosyalîsta Kurdistan-PSK, ji endamên Parlamena Ewrupa û partiyên endamên Enternasyonala Sosyalîst û dêr û sendiqayan re nameyak şand û ji wan daxwaz kir ku li dijî êrişkeriya dewleta Tirk bêdeng nemînin û ji hukumetên xwe daxwaz bikin daku li ser dewleta Tirk zextên xwe zêdetir bikin.

Li gor ku ji malpera kurdistan nu hatiye wergirtin, di nameya PSKê ku bi du zmanan (Îngilizî û Elmanî) hatiye amade kirin da, li ser destûrnama hukumeta Tirk ku ji parlamena xwe derxist û leşkerkêşiya artêşa Tirk ya li ser tixûba başûrê Kurdistanê û biryara dorlêgirtina aborî, bi berfirehî agahdarî tê dayîn û tê gotin ku dewleta Tirk hebûna PKK dike bahane. Herweha, hatiye destnîşankirin ku di rastiyê da armanc û hedefa dewleta Tirk, pêşîlêgirtina pêşveçûn û geşbûna rewşa çandî, civakî û aborî ya Hukumeta Herêma Kurdistanê ye.
Di nameya navborî de da tê gotin ku berpirsiyarên leşkerî û siyasî yên dewleta Tirk jî, eşkere dikin ku bicîhanîna xala 140. ya destûra bingehîn ya Iraqê ku bi vê xalê ra wê referandûmek bê çêkirin û rewşa Kerkukê eşkere bibe, ji bo wan xeter e.
Di berdewamiya nameya PSKê da tê gotin ku dorlêgirtina aborî, wê ne tênê zerarê bigihîne gelê Kurdistana Başûr, ew ê herweha xetereke mezin ji bo Kurdên Bakûr bi xwe ra bîne û bibe sedema birçîtî, xizanî û nexweşiyan.
Komîteya PSKê, di nameya xwe da her usa bang li parlamenterên Ewrupî dike û ji wan daxwaz dike ku ji bo pêşîlêgirtina êrîşkeriya dewleta Tirk ya li ser başûrê Kurdistanê, zextê li ser hukumetên xwe zêdetir bikin; ji bo ku pirsgirêka Kurdên bakûrê Kurdistanê bi riya aşiti û demokrasiyê bê çareserkirin, hewl bidin û pişgirî bidin gelê Kurd yê aşitî û azadîxwaz. |