Azad Ayyildirim û Tarik Amed/London
Hevbendîya partî û rêxistinên Bakurê Kurdistan, bi bêşdarîya zêdetirî 100 welatparêzên Kurdistanî di 21.10-2007 da li paytexta Îngîlîstanê London, li komela Komkarê konferansek balkêş li dar xist.

Nûnerê Hevbendîyê birêz Dr.Musa Kaval, sîyasetvan û nivîskarê Kurd, birêz Bayram Ayaz, wek axaftvan beşdarê konferansê bûn.
Dr Musa Kaval, di axaftina xwe da bi taybetî li ser kar û xebata hevbendî ya dîplomatîk û qada navneteweyîda karê lobîyên Kurd sekinî û weha got; “Di rewşa ku îro cîhan têda derbas dibe da karê dîplomasî û xebata lobîzmê karê herî berbiçave ku, tesîra xwe li ser dîzayna sîyaseta navdewletî dike ye. Ji ber vê yêke jî gere em Kurd, li herderê û seranserî cîhanê giranîya xwe bidin ser karê dîplomasî û xebata lobîtîyê. Gere her Kurdek li gor şert û mercên xwe, ji bo Kurdistan wek wezaretekê bixebite, dostên gelê Kurd zêde bike û yên hene jî ra, pêywendîyên xwe hîn xurttir biken. Dijminên gelê kurd bi hemû hêza xwe û bi înformasyonên xwe yên xelet û ne rast dide welatên cîhanê û bi taybetî jî YE ê. Em jî wek Hevbendî, li gor taqeta xwe YE û cîhanê li ser rewşa gelê Kurd agahdar dikin.

Birêz Bayram Ayaz jî, weha dest bi axiftina xwe kir; “Wek mînak divê hemû Kurd, partî û rêxistinên Kurdistan î li ser vê teskereya dewleta Tirk gelek hişyar bin û ji bo alemê bidin dîyarkirin ku dewleta Tirk, PKKê bo xwe dike hacetekê ku Kurdistana başûr dagir bike. Di eslê xwe da hebûna Kurdan pirsgirêka herî mezin ya dewleta Tirk e. Dewleta Tirk, tahamûla destkeftîyên Kurdan li başûr nake, tahamûla serokoyatîya sîyasî ya gelê Kurd nake ku di qada navnewletî da îtîbar bibînin. Ji ber vê yêkê ku gere em, bo hemû cîhanê bidin dîyarkirin û fehm kirin ku,pirsgirêka Tirkan ne PKK ye, bilekis hebûna milletê Kurd e û ji holê rakirina paradîgmaya neteweyî, mîllî û Kurdistanî ye. Ji ber vê yêkê jî, divê gelê kurd yêkîtîya nav xwe pêkbîne!”

Ayaz, di berdewamiya axaftina bal kişand li ser girîngiya hevkarî û yekîtiya hêzên Kurd û weha got; “Roj roja birayetîya Kurdane! Îro erka herî girîng li ser milê hemû Kurdan e ku bi hemû hêza xwe parastina Kurdistana azad û serokatîya sîyasî ya Kurdistanê bike. Ez, gazî li hemû sîyasetvan, rewşenbîr û ronakbîrên Kurd, partî û rêxistinên Kurdistanî û hemû gelê Kurd dikim û dibêjim dem dema yêkîtîyê ye, dem dema di zûtirîn demda sîyasetekî hevbeş, mîllî û neteweyî pêkanînê ye.”
Herweha herdû axaftvanên hêja, ji bo amadekirina konferansê spasîyên xwe pêşkêşî komîteyên PSK û PDK-bakur yên li Îngîlîstanê kirin.
|