SAL / YIL          : 7
HEJMAR / SAYI : 227
TARÎX / TARiH  : 01.11. 2007
 

 
Dostekî Kurdan dibe konsolosê Fransa yê li Kurdistanê


Navenda Nûçeyan

Biryara vekirina Konsolosxaneya Fransayê ya li Kurdistanê, ji aliyê hikumeta Fransayê ve hat vebirînkirin. Hatiye ragihandin ku ji bo birêvebiriya Konsolosxaneyê jî, dostê herî hêja yê Kurdan Doktor Frédéric Tissot hatiye destnîşankirin.


Li gor ku ji aliyê ajansa nûçeyan ya firatê ve hatiye belavkirin, vekirina Konsolosxaneya Fransayê ya li Kurdistanê, ji aliyê hikumeta Fransayê ve hat vebirînkirin û wê di sala 2008-an de ev konsolosxane, li Herêma Kurdistanê bê vekirin. Herweha, ji aliyê heman ajansê ve hatiye diyarkirin ku ji bo birêvebiriya Konsolosxaneyê jî, dostê herî hêja yê Gelê Kurd Doktor Frédéric Tissot hatiye destnîşankirin.
Doktor Frédéric Tissot, bi Kurdî dizane û ew jî, wek Wezîrê Karê Devre yê Fransayê Bernard Kouchner bi salan di nav Rêxistina Doktorên Sînornenas de kar kiriye û çend sal li herêma Başûr û Rojhelatê Kurdistanê maye û alîkariya Gelê Kurd yê van perçeyan kiriye. Tissot, di salên 1989-90î de jî wek dîplomatek piştgiriya Kurdên ku ji ber zilma Seddamê xwînxwar revîn û li Faransayê bicîhbûn, kir.  
Doktor Frédéric Tissot, herweha dostekî herî hêja yê Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistana Îran-PDK-Î şehîdê nemir Dr. Ebdulrehman Qasimlo ye û bi salan Başûr û Rojhelatê Kurdistanê bi hev re xebitîne.
Frédéric Tissot, serpêhatiyek xwe ya ligel Qasimlo û Bernard Kouchner weha tîne ziman; “Rojek min lîbasên kurdî li xwe kiribû, min û Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistana Îran-PDK-Π Dr. Qasimlo bi hev re bi zimanê kurdî dipeyiviyan, sietek paşê Kouchner hat ber me û li ser tendurustiyê pirsek ji Qasimlo kir. Qasimlo jî pê kenî û min pê nîşan da û jê re got; ‘divê hun vê yekê bi hevpîşeyê xwe Dr. Tissot re gengeşî bikin. Li ser wê yekê, Kouchner li min nihêrt û wek bêje, ‘ka viya kî ye’ ji wê rojê û virde rêzek wî ya mezin j imin re heye.”

 
    Yönetim Yeri ve Yazışma Adresi : Kurt İsmail Paşa 5. Sok. Fırat 5 Apt Kat:1 No: 2 Ofis/DİYARBAKIR   Tel: 0.412 223 89 23
    Yurtdışı Temsilciliği : Postfach: 131931, 42045 - Wuppertal/Almanya  Tel: 00 49 202 283 23 39 - Fax: 00 49 202 758 34 79