Dema Nû- Wupertal
Kongreya Bîstem ya Yekitîya Komeleyên Kurdistanê KOMKAR -Almanyayê di roja 27 meha dehan de li bajarê Wuppertalê çêbû. Kongre di bin şîyarên “Kerkuk Kurdistan e.” Û “li hember erîşkarîya dewleta Tirk bêdeng nemîne û gelê Kurd tenê nehêle!” pêkhat.
Bi beşdarîya 61 nûneran ji komeleyên endam û ji herêman ve hat vekirin. Kongre ji alîyê endamê herî temendirêj ve hat vekirin. Dura dîwan hat helbijartin. Piştî helbijartina dîwanê, bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê ve civîn berdewam bû.

Dîwanê pêşnîyara rojeva kongreyê da dengdanê. Li gor rojevê civînê, Komîsyona Biryaran hat hilbijartinê.
Gelek partîyên siyasî yên Kurd û Kurdistanê û rêxistinê demokratîk ji çar alîyên Ewrûpayê beşdarî civînê bûbûn. Nûnerê PDK Huseyîn Sadik, Nûnerê PDK-Î Adil Feyzî, Nûnerê YNK A. Bamernî, Hevbendîya Kurdên Surîye Kek Ekrem, nûnerê Komeleya Kurdê Êzîdî li Oldenborgê Askerê Boyik, Nûnerê Rêxistina Parastina Gelên Bindest Herr Deuchert, Nûnerê KOMJIN- Almanyayê Belgîn, Axaftinek pêşkeşî kongreyê kirin. Hemûyan jî di axaftinên xwe de behsa rewşa nû ya Kurdistanê kirin. Girêngîyek mezin dan hebûn û rola xebatên Komkarê, hin ji axaftinvan peznê Komkarê da ku KOMKAR bûye mala hemû Kurdan û di kar û xebatên xwe de ji bo hemû beşên Kurdistanê çalakîyên hêja pêk tîne. Piranîya axaftvanan li ser kar û berên KOMKARê gelek tiştên balkêş gotin ku “KOMKAR 28 sal e bê rawestandin karê xwe yê pîroz dimeşîne. KOMKAR, rêxistinek paqij e û sîyasetek realist dimeşîne. Divê Kurdên welatparêz, alîkarîya KOMKARê bikin.”
Ozanê gelê Kurd, Şivan Perwer jî beşdarî kongeryê bû û axaftinek pêşkeşî kongreyê kir û got: “Ez şahîdê xebata KOMKARê ya 28 sala me, Komkarê gelek karên hêja û pîroz kirîyê. Ez her tim bi wan re bûme. Gav li vir û gav li wir wek hunemendek çi ji min hatîye min kirîye, loma jî ez xwe yek ji havalên Komkarê dizanim. Divê Kurd li her derî alîkar û piştgirên hevbin.”

Pîroznameya sekreterê giştî ya Partîya Sosyalîst a Kurdistanê rêzdar Mesud Tek û pîroznameya nîvîskar û sîyasemedarê hêja Kemal Burkayê bi coşek mezin li piyan bi çepikan hate wergirtin.
Pîroznameyên wek yê serokê HAK-PARê Sertaç Bucak, Hevbedîya Demokratîk a Kurdên Bakur, Yekitîya Komeleyên Ciwanên Kurdistan- KOMCIWAN, Yekitîya Nivîskarên Kurd li taxa Duhok, Şermîn Bozarslan Seroka Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd, Dîya Azad û Zîya Acar jî hatin xwendin.
Piştî axaftinên mêvanan serokê KOMKARê Bekir Topgîder axaftina xwe kir. Topgîder di axatfina xwe de behsa li ser erîş û gefên dewleta Tirkîyê li dijî Kurdistana Başûr sekinî û got” Van erîşên şoven û nijatperest yên dewleta Tirkîyê çavên me natirsîne, me xurtir dike, Kurdên hemû beşên Kurdistanê Bakur, Başûr, Rojhelat û Rojheta Biçûk nêziktirê hev dike. Komkarê ji vir weha jî wek hemû caran li ku serê Kurdekî biêşe emê li wir bin û xebatên xwe bi çalakîyên cur becur xurtir bikin. Topgîder li ser xebatên Komkarê yên kulturî, folkorî û civakî jî sekinî û îşaret bi kêmasîyên xwe jî kir. Her usa bo çareserkirina kêmasîyên xwe jî wê di nav hewildan de bin. Dawîya axavtina xwe de usa got: “Gelê Kurdên welatparêz, li hemberê êrişkarîya dewleta Tirk bêdeng nemînin. Nehêlin Tirk erîşê başûra welatê me bike. Ji alîyê din, em bang li PKK’ê dikin û dibêjin bila bahane nedin ku dewletên dagirker erîşê Kurdistana Başûr bike.”

Dura li gor rojevê, Rapora Xebatê û Rapora Aborîyê hate pêşkeşkirin, piştî xwendina raporan niqaş li ser raporan hate kirin. Nûneran li ser raporan rayên xwe diyar kirin û ji bilî pezindan, li ser kêmasîyan jî sekinîn. Ropora xebatê û ya aborî bi tevayîyaya dengan hate erêkirin.
Piştî bêhnvedanê Kongreyê organên xwe yên nû helbijart. Dura jî Komîsyona Biryaran pêşnîyarên ku ji bo hatibû pêşkeşî kongreyê kir. Piştî gengeşîyan çend biryarên giranbuha hate girtin.
Yek ji wan banga Kongreyê ji xelkê welatparêz re bi rengî bû: “Roj, roja bilindkirina tekoşîna rêxistinî ye, werin dengên xwe tevî dengên me bikin, werin mil bikutin milê me.
Gelê Kurd, benda xabata me ye.”
Kongreya Bîstem ya KOMKARê piştî gengeşîyek bi rêk û pêk li ser rewşa dawî ya Kurdistanê û li ser kar û xebatên xwe biryara Daxuyanîyek çapemenîyê girt.

Kongre bi çoş û moralek mezin, bi serkeftî dawî lê hat.
Partî û rêxistinên ku pîrozname şandine: PDK, YNK, HDK-Î, PSK, Hevbedîya Demokratîk a Kurdên Bakur, Hevbeydîya Kurdên Surîyê, Federasyona Komeleyê Kurdistanê li Swêd, Partîya Azadîya Kurdistan PAK, Komeleya Çandî û Hunerî Çira li Amedê, Hak-Par, Yekitîya Nivîskarên Kurd li taxa Duhok, Komkar-Swêd, Lerzan Jandil nûnerê Kovara Wate, M.Alî Yildirim serokê giştî yê HEVKAR- Hamburg, KOMCIWAN-Almanya, KOMJIN-Almanya, Seydo Can WDR Studio- Dortmund, Komkar-Danîmarka, Komkar-Swîsre, Komkar- Avusturalya, Mehmet Tanriverdî serokê BAGÎVê, Komkar- Îngiltere, Nûnerê Kudistan TV li Amedê Mihemed Eren, Komkar- Holanda, A. Qdir Aslan serokê Komela Piştgirîya HAK-PARê li Derveyê welat.p
Mêvan û Şexsîyetên ku pîrozname şandinbûn: Siyasetmedar û nivîskar Kemal Burkay, Askerê Boyik, Şivan Perwer, Ziya Acar, nivîskar û siyasetmedar Yilmaz Çamlibel, Diya Azad, Nivîskar û siyasetmedar Bayram Bozyel, Kazim Yildiz, Bijan Zibatî- PAK, Xalidê Hekarî- HAK-PAR, nivîskar Alî Haydar Koç, Nasserî PDK-Î, Adil Feyzî PDK-Î, Dr. Janos Miko ji Partîya Keskan, Huseyîn Sadik PDK, Husamedîn Ahmed PDK- Wupertal, Îsmaîl Zuber PDK- Wupertal, Arif Îzgî, Ekrem PDK-S Al Partî, M. Şefîq Oncu Netkurd, Mehmet Çetîntaş, Gulîstan Tutuncu, Musa Ataman, Şêx A. Qadir PDK-Bakur, Kudbettîn Ozer PDK-Bakur, Zîver PDK-Bakur, Necatî Tank, Abûzêr Çakmak, Îsmaîl Arslan, Sîdar Bîngol, Gernas Amedî, Şahîn Çetîn, Alî Alkan, Seydo Can WDP, Gulbey Çîçek, Nebî Kesen, Orhan Kaya, Îrfan Kaya, û A. Bamernî YNK.

Biryarên Komngreya bîstem ya KOMKARê
1- Kurdistana Başûr, Rojhilat û Başûrê Rojava
Li ser hatina DYA û Hêzên Hevpeyman ya Iraqê, bi taybetî ji bo me Kurdan pêvajoyeke nû ya girîng despê kir.
Tê zanîn ku Sadamê hov û hevkarên wî hatin dadgeh kirin û dawiya salê 2006´an hatin bidarve kirin. Lê belê ev bûyer jî dawiya kaos û tevliheviya pevajoya Iraqê bi xwe ra ne anî. Dewletên heremê, Tirkiye, Îran û Sûriye, ji bo ku demokrasî û îstîkrarek rasteqîn li Iraqê bi cîh nebe, pişgiriya hêzên terorist dikin. Ji ber ku ew baş dizanin, ger li Iraqê îstîkrarek bi cîh bibe, dor were wan.
Ji aliyê din, Tirkiye, xebateke pir alî dimeşîne, da ku Kerkuk, ku ji aliyê dîrokî va jî eşkere ye ku parçeyeke Kurdistanê ye, tev li axa Kurdistana Federe nebe. Her wekî tê zanîn, li gor benda 140. ya Destûra Iraqê, ku bi piraniya rayên gelên Iraqê va hatibû pejirandin, di dawiya vê salê da wê referandûmeke bihata li dar xistin û bi raya nişteciyên Kerkukê statuya vê bajêrê wê eşkere bibûya. Lê belê bi biryara Parlamena Iraqê referandûma Kerkukê hat paşvexistin û di Gulana 2008´an da wê referandûm çê bibe. Divê Kurdên herçar perçeyên Kurdistanê û yên dervayî welat çalak bibin, da ku referandûm careke din neyê paşve xistin û pêvajoya bicîhanîna xala 140. ya destûra Iraqê bi her awayî berdewam bibe.

Her usa, bi taybetî dewletên heremê, divê herkes li îrada nişteciyên Kerkukê hurmet nişan bide, wê bipejirîne, ku di encama referandûmê da wê eşkere bibe.
Van rojên dawiyê, her çiqas pêvajoya endametiya Tirkiyê ya YE û amadekariya qanûna bingehîn ya sîvîl berdewam be jî, li Kurdistana Bakûr şer û pevçûn pirtir bûn. Hukumeta Tirk ji parlamenê destûrnameyek derxist. Bi vê destûrnameyê dixwaze êrîş bibe ser başûrê Kurdistanê. Her ciqas PKK bikin bahane jî, di rastiyê da daxwaz û armanca birêvebir û berpirsiyarên dewleta Tirk yên regezperest û şôvîn, tekbirina statuya Kurdistana Başûr e. Ew dijminatiya xwe ya li hember Kurdan êdî venaşêrin. Hin aqilmendên wan gef li Kurdan dixwin, Kurdan bi komkujiyê tehdit dikin. Ger ev pêvajo weha berdewam bike, ne dûr e, ku di nav gelên Kurd û Tirk da şerê navxweyî derkeve, ku hin bûyerên bi vî rengî li bajarên Tirkiyê rû didin.
Ji aliyê din, hatina hêzên hevpeyman li heremê, ne tenê li Başûr, li ser parçeyên din yên Kurdistanê jî wê tesîra xwe nîşan bide. Her çiqas çespandin û tedaya li ser Kurdistana Îran û Sûriyê berdewam be û rejîmên kevneperest ji bo çareseriya pirsa Kurd li ser siyasetên xwe yên statukoperest rikdar bin jî, eşkere ye, ku di rojên pêş da li her çar parçeyên Kurdistanê guherinên mezin wê pêk bên.
Ji ber vê jî, çi li Başûr û Bakûr, çi li Rojhilat û Başûrê Rojava, hêzên welatparêz yên Kurd, divê yekîtî û hevkariyên di navbera xwe de bi hêztir bikin û ji bo guherînan amade bibin.
Komcivîna me, biryar digre, ku pişgiriya hewldana bicîhanina benda 140. ya destûra Iraqê û parastina desketiyên gelê Kurd yên Başûr û alîkarî û pişgiriya tekoşîna azadîxwaz ya her çar perçên Kurdistanê bike. Bang li rayagiştî ya navnetewî dike, ku li hember êrîşkariya dewleta Tirk bêdeng nemîne û gelê Kurd tenê nehêle. Her usa bang li hêzên Kurdistanî dike, ku berpirsiyariyên xwe bînin cîh û desketiyên Kurdistana Başûr biparêzin.
2- Çalakiyên Li Ser Pirsên Penaberên Kurd
Îro tenê li Ewrupa Rojava nêzikî mîlyon û niv penaberên Kurd dijîn, ku ji ber betalî û pirsên aborî û ji ber zulm û zora salên dawiyê, ku li ser gelê Kurd tê ajotin, mecbûr mane welatê bav û kalan terk bikin. Van rojên dawiyê, Elmanya jî tê da, li piraniya welatên rojava, siyaseta regezperest, ku li ser penaberan tê ajotin, tund û tûjtir bû. Penaberên Kurd, him ji ber sedema yasayên nû, him jî ji ber ku wek penaberên din ji aliyê fermî wek Kurd nayên qebûl kirin, li pirsên giran rû bi rû dibin.
Komcivîna me, biryar digre, ku li dijî yasayên regezperest, ku li hember penaberan tên meşandin tekoşina xwe bidomîne û her usa kar û xebata xwe bi hêztir û pêktir bike, da ku Kurd jî wek penaberên din bi fermî wek gel bên qebûl kirin.
3- Bi Hêztir Kirina KOMKAR û Şaxên Wê û Pêşvebirina Koordînasyona di Navbera Komelên Hevkar
KOMKAR, ku di sala 1979´an da hatiye li dar xistin, ji wê rojê vir da, kar û xebateke bê westan dimeşîne, ji bo alîkariya tekoşîna li welat ya netewî û demokratîk û her usa hewl dide, ku rewşa civakî, huqûqî û çandî ya penaberên Kurd li Elmanya Federal baştir bibe.
Eşkere ye, ku di pêvajoya îroyîn da, kar û xebatên klasîk yên komelî, ji bersîvdayîna hewcedariya xebata komelî dûr e. Divê KOMKAR, di rojên pêş da bi leztir xwe nûjentir bike û hewce ye, him navend û him jî komel xwe ji nû ve organize bikin, da ku di pêşerojê da bersiva hewcedariyên komelê bidin û bi giştî beşên civakê hembêz bikin. Bi taybetî jî, divê komelên me, bibin navend ji bo nivşên nû yên ciwan.
Komelên me divê bibin dezgehên nûjen û divê derfetên teknolojîk yên nû pardar bibin.
Her usa, bi pêvajoya Yekîtiya Ewrupa, koordînasyona komelên hevkar yên li seranserê Ewrupa girîngtir bû.
Ji ber van sedeman, komcivîna me biryar digre, ku kar û xebata xwe ya ji bo xwe nûvekirin û nûjenkirina komelan û ji bo resmiyeta EURO-KOM, ku wê li seranserê Ewrupayê kar û xebata xwe bimeşîne, bi hêztir û bi rêk û pêktir bike.
4- Kar û Xebatên Ji Bo Kurdistana Bakûr
Tirkiye, ku ji bo endametiya YE´yê hewl dide, her çiqas zextên navnetewî li ser zêdetir bibin jî, ji bo çareseriya pirsa Kurd gavên rasteqîn navêje û zulm û zora kevneperest ya li ser gelê me îro jî berdewam e. Dewleta Tirk, bi hênceta çalakiyên PKK yên rojên dawiyê, li ser tixûba Kurdistana Başûr 250 hezar leşker bi cîh kiriye û gefxwarina wê ya li ser Kurdistana Başûr berdewam e.
Ji aliyê din, li parça Bakûr ya welatê me, bi hilbijartina 22 Tîrmeh 2007´an va pêvajoyeke nû despê kir. Ev hilbijartin, hewcedariya yekîtiyeke netewî û demokratîk ya firehtir, careke din eşkere kir. Şik tune ye, ku gelê me yê Kurdistana Bakûr, mafên xwe yên mirovî û netewî û demokratik, bi pêkanîna yekîtiya netewî, ku di bin çarçeva xala “Mafê Çarenûsi”, ya ku di destûra YM da jî digre û bi rê û olaxên demokratîk û nûjen, ji çek û şîdetên dûr wê bi dest bixe.
Komcivîna me, biryar digre, ku bi her awayî alîkarî û pişgiriya yekîtî û hevkariyên di vê çarçevê da bike, kar û barên ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li der welat organize bike û her usa giraniyê bide kar û barên lobiyê.
Mesaja Sekreterê Giştî ya PSK Mesud Tek Ji Bo Kongreya 20’a ya KOMKARê:Endam û alîgir û dostên KOMKAR’ê tekoşer,
Nûnerên hêja,
Kongreya 20’a ya KOMKAR’ê, her wekî diruşma Kongre jî nîşan dide, di zirûfeka gelek nazîk da dicive. Gelê Kurd li Tirkiyê bûye hedefa hêzên şoven û nijadperestên Tirk. Kurd li kuçe û kolanan, di bin çavdêriya polêsan da dikeve ber êrişa hêzên hanê, avahiya sazî û dezgeyên Kurd têne şewitandin.
Gef xwarin û leşkerkêşî li ser tixuban her berdewam e. Dewleta Tirk Serokatiya Herêma Kurdistan kiriye hedef. û di hemu waran da û bi hemû hêzên xwe va êrîş dike ser Hikumeta Herêma Kurdistanê.
Xwişk û birayên delal,
Bereyê dij-Kurdan, bona, ku pêşiya gêşbûna Hikumeta Herêma Kurdistanê bigrin û nehelin Kerkuk vegere ser Herêma Kurdistanê, bona, ku pêşiya xebata azadî û serbestiya Kurdistana Bakûrê bigrin, destê xwe dane hevdu. Divê Kurd jî çi li seranserê Kurdistanê çi li derwayê welat, mil bi mil, bona parastin û pêşve birina deskevtên netewiyên xwe, ji bo berevaniya nasname, çand û ziman û kerameta xwe ber singê dagirkerên Kurdistanê bigrin. Ji bona vê yêkê, li ber KOMKAR’ê tekoşer erkên giranbiha û pîroz hene. Ez piştrast im, ku KOMKAR bê dudilî û bi dilsoziyê ve, xwe dide bin barê û bona bi ci kirina erkên pîroz kar û xebat dike. Xebata KOMKAR ya 28 salî û xweragirî û gernasiya endamên KOMKAR’ê nişanderê vê rastiyê ne.
Hevalên hêja,
Bi baweriya min, him li welat û him jî li derwayê welat, ji bo hevkariyeka berhemdar, bona yêkitiyeka rêk û pêk, rêxistinên pêgir û bi hêz pêwist e. Bi gotineka dinê, KOMKARan û rêxistinên din yên welatparêz, ku li welatên Ewropa kar û xebat dikin, çiqas bi hêz bin, tevkariya wan jî ewqas bi quwet û berhemdar dibe. Ji bona vê yêkê jî, di pêşedemê da, xurttir kirina KOMKARan û hevaheng kirina kar û xebatên wan, divê bibe armancek ji armancên me yên sereke.
Bi vê hestê ve serketina Kongreya 20’a ya KOMKAR’e dixwazim û piştrast im, ku KOMKAR, bi biryarên xwe ve, paş Kongra xwe ya 20’a bi hêztir dibe.
Bijî KOMKAR,
Bijî Kurd û Kurdistan. |