SAL / YIL          : 7
HEJMAR / SAYI : 227
TARÎX / TARiH  : 01.11. 2007
 

 
Kombenda Kawa li Hewlêrê konfernseke 4 rojî lidar xist


Dema Nû-Hewlêr

Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî, li Hewlêrê rêza seminerek li jêr navê “Parastina Ezmûna Kurdistanê û Pirsgirêka Ewlekariya Neteweyî” da saz kiriye. Rêza konferansan di 28’ê meha Cotmeha sala 2007’an da destpêkir û 4 rojan berdewam kir.


Di heyamên 4 rojan da, gelek pirs û pirsgirekên, ku di encama lêşkerkêşiya dewleta Tirkiyê li ser sinorê hatine holê, bikevine ber behs û lêkolinê.
Di heyama 4 rojan da, pispor û siyasetmedaran li ser mijarên jêrê biaxivin.
“- Pewendiya di navbera parastina ezmûna demokratîk û ewlekariya neteweyî a Kurdistanê de.
- Giringiya serkeftina ezmûna federalizma Kurdistanê di warê bihêz kirina proseya siyasî li Îraqê û pêşeroja guherîna demokratîk di navçeyê de.
- Faktorên navxweyî di çespandina ezmûna Kurdistanê de.
- Bandora serkeftina rêge çareya federe û aştiyane ya doza Kurdistana Îraqê li ser çareserkirina pirsa neteweyî di navçeyê de, di nav de pirsgirêka Kurdî.
- Li gor behaneya Tirkî a desttêwerdanê bi hinceta şopandina endamên(PKK)ê û topbarankirina Îranê bi hinceta (PJAK), Çawa em dê bikaribin van hincetan nehêlin?
- Kanê stratejiya Kurdistanî? Gelo peywendiyên neteweyî divê ku çawa bin ta ku bûyerên li ser sînor dubare nebin?
 - Gelo bendeke destûrê federe li Herêma Kurdistanê heye ku rê li pêşiya danûsitendina bi tevgera siyasî li parçeyên dinê Kurdistanê re veke bi rengekî fire û eşkere û pitşgirtina pirsgirêkên wan yên demokratîk û mirovî weke dayina mafê penaberiya siyasî li gor yasayên nêvdewletî?”
Rêza semineran di 28’ê cotmehê, yek li salonên Zaningeha Selahaddînê destpê kir, ku têda Endamê Parlamentoya İraqê Dr. Sadi Berzenci, Serokê Gruba Turkmen Di Parlamentoya Kurdistanê Da Kerhî Necmeddin Altiparmak û Dr. Mehemed Bazyani axaftin. Dr. Sadi Berzenci, li ser pêyvendiya kêşayên hanê ligel destura İraq û Kurdistanê bir û baweriya xwe pêşkeşê beşdarên konferansê kir. Kerhî Altiparmak jî pêyvendiya leşkerkêşiyê ligel kêşeyên navxweyiya Tirkiyê, da ber behs û lêkolinê. Jêrnavê gotara lêkolîner Dr. Mehemed Bazyanî jî “Stratejiya Dewleta yekbûyi ya Amerika, Dewletên Ciran, Hikumeta Herêma Kurdistan û Rêxistinên Kurdistanî” bû.


Di roja dudo ya konferansê da Endamê Parlamentoya Kurdistanê Erez Abdulla, li ser “xeterên navxweyî û derweyi,  Endamê parlamentoya İraqê Nurî Petros, li ser navnetewi buna kêşaya Kurd, Berpirsê Navendi Lêkolin ya PDK Abudulselam Berwarî li ser pêvvendiya asayişa netewi û berjewendiya giştî axaftin.
Di roja sisêyê da Endamê Polît Buroya PDK Memehed Mela Qadir, gotarek bi navê “Ezmuna Kurdistanê Çawa Tê Parastinê” pêşkeş kir. Mamosta Zirek Kemal ji li ser pêkve jiyan di Rojhilata Navin da axaft. Babeta berpirsê Kurdistan TV Karwan Akrêyî jî bandora dabeş bûna Kurdistanê li ser siyaseta netewiya Kurdistanê bû.
Gotarvan her usa bersîva pirsiyarên beşdaran jî dane.
Nunêrên gelek partiyên siyasiyên Kurdistanê, ronakbir û niviskar û rojnamevan beşdarê konferansê bûn û gelek ji wan, bîr û baweriya xwe pêşkeş kirin.

 
    Yönetim Yeri ve Yazışma Adresi : Kurt İsmail Paşa 5. Sok. Fırat 5 Apt Kat:1 No: 2 Ofis/DİYARBAKIR   Tel: 0.412 223 89 23
    Yurtdışı Temsilciliği : Postfach: 131931, 42045 - Wuppertal/Almanya  Tel: 00 49 202 283 23 39 - Fax: 00 49 202 758 34 79