SAL / YIL          : 7
HEJMAR / SAYI : 227
TARÎX / TARiH  : 01.11. 2007
 

 
Li Amedê xwendevanên Zanîngehê  operasyonên Tirkiyê şermezar kirin


Dema Nû/Amed

Bi mebesta şermezarkirina operasyonên leşkerî yên li devreyê sinor yên li Herêma Başûrê Kurdistanê, ji aliyê xwendevanên Zanîngeha  Dîcleyê  ya li bajarê Amedê,  daxuyaniyek hat belavkirin. Di daxuyaniyê de bang li li rayedarên Tirkiyeyê  hat kirin ku operasyonên li ser sînor, zutirîn bê rawestandin û ew şerê kirêj, bi rêka aşitî û demokratîk çareser bibe.


Xwendevanên Zaningeha  Dîcleyê  ya li bajarê Amedê,  di 26ê Çiripa pêşîn de li ber Zanîngeha Dîcleyê bi mebesta şermezarkirina operasyonên leşkerî yên li devreyê sinor yên li Herêma Başûrê Kurdistanê û  ji bo  girtina 13 xwendevanên  Zanîngeaha Dîcleyê daxuyaniyeke hevbeş belav kirin. Xwendevanan  daxwaz kirin ku êriş û şerê kirêj yê li herêmê, bê rawestandin. Xwendevanên Zanîngeha Dîjleyê yên Kurd, li bexçeyê zanîngehê  kom bûn û bang li rayedarên Tirkiyê kirin ku operasyonên liser sinor zutirîn bê sekinandin û ew şerê kirêj bi reyeka aştî û demokratîk çareser bibe.
Di axuyaniya  ku ji aliyê Lorîn Aktaş ve hat pêşkêşkirin de hat diyarkirin ku  eger pêşî li van operasyonan neyê girtin, wê di nava gele  Kurd û Tirk de şereke dijwar derkeve hole. Herweha, hat ragihandin ku divê pirsgirêka Kurdî, bi şêweyeke aşitî û demokratîk çareser  bibe û wê gelê Kurd û Tirk, bi yekê di nava biratî û azadîyê de jiyanek derbas bikin.
Herweha, ji aliyê Aktaş ve hat diyarkirin ku ev êrişên li  dijî Kurdan, ji alîyê hin hêzên tarî ve tên provakekirin û weha got; “Li hin bajêrên Tirkiyê ku  kurd lê dijîn, li dijî mal û dikanên wan 3eriş tên bikaranîn. Xwendevanên  Kurd  ku li bajerên Tirkiyê dixwînin, bêsebeb tên binçavkirin û zindankirin. Li zaningeha ku em lê diwxinin jî, 13 xwendevanên me bêsebeb hatine binçavkirin û zindankirin.”
Xwepêşandana xwendevanên kurd, piştî belavkirina daxuyaniyê bi durişmên wek “Bijî Biratîya Gelan, Bijî Aştî” belav bû.

 
    Yönetim Yeri ve Yazışma Adresi : Kurt İsmail Paşa 5. Sok. Fırat 5 Apt Kat:1 No: 2 Ofis/DİYARBAKIR   Tel: 0.412 223 89 23
    Yurtdışı Temsilciliği : Postfach: 131931, 42045 - Wuppertal/Almanya  Tel: 00 49 202 283 23 39 - Fax: 00 49 202 758 34 79