Yên, ku çûne Suriyê dizanin.
Li Suriyê li ser hemu dar û diwaran posterên Hafiz Esad
hebû.
Niha jî ligel yên Hafiz Esad, yên kurê wî Beþar Esad jî
hene...
Nizanim niha maye an na?
Di posterek da weneyên Selahaddînê Eyubî û Hafiz Esad hebû.
Herwekî tê zanîn Selahaddînê Eyubî damezrenerê dewleta Eyubî
ye.
Ku, dewleta Eyubî yek ji dewletên Kurdî bû.
“Selahaddînê Mezîn” ne tenê bajarê Qudsê ji destê xaçperestan
xilas kiribû, her usa vê bajarê dijî êrîþên xaçperestan”
parastibû.
Peyama postera hanê ev bû, ku Hafiz Esad jî wekî Selahaddîn
Eyubî fermande û parezvanê îslamê ye, berevaniya Qudusê dike!..
Di posterê da Hafiz Esad û Selahadîn Eyubî pêkve ne.
Lê belê neviyên Selahaddîn, li Suriyê, di bin zilm û zordariya
rejima Baasê da dinalin, îro jî ji mafên netewî û demokratîk
bêpar in.
Ji 400 hezarî zêdetir neviyên Selahaddîn, li Suriyê bênasname
ne..
Ne tenê li Suriyê, di hemu welatên musluman da qedir û qiymeta
Selahaddînê Eyubî bilind e.
Lê, gelê Selahaddinê Mezin di sê welatên musulman yên wekî
Tirkiyê, Ýran û Suriyê da bindest e.
Fermandeyê zana û jêhatiya îslamê Selahaddînê Eyubî, xizmeta
mezin kiriye.
Lê belê welatên musulman derbareyê zilmên, ku li ser neviyên
Selahaddîn heye, hertim bê deng bûn, niha jî usa ne.
Paþ aloztirbûna rewþa Fîlîstîn û Lubnanê, dîsa behsa Selahaddinê
Eyubî tê kirinê.
Televîzyonên Elcezîrê û yên din yên welatên Ereb behsa xweniþandana
Diyarbekîrê kirin.
Ku, ji aliyê Partiya Saadet û ji bona dij-êrîþa Îsraîlê
hatibû amadekirin.
Televîzyonan gava behsa Kurdan dikirin, digotin “neviyên
Selahaddînê Mezin.”
Usa xuya ye dîsa hewcedarê neviyên Selahaddin bûne.
Du welatên musluman wek Îran û Tirkiyê ev çend mehe, ku
bona erîþkirina bi ser axa bav û kalên Selahaddinê Mezin
xwe amade dikin.
Bona kuþtina neviyên wî leþkerên xwe bi ser tixubên Kurdistana
Baþûr dikêþin.
Herwekî berê, çû deng ji dewletên misulman dernakevin.
Dijî zilm û zordariya, ku li ser gelê Kurd heye, ji medyayê
wan dengeke xurt derneket, dernakeve..
Beravêjiya wî, dijî ezmuna Kurdistana Baþûr ne, wekî “Ýsraila
dudo” niþan didin.
Eger bikarin û ji destê wan bê, nahêlîn hikumet û Parlamentoya
Kurdistanê rojkî zêde bimine.
Qasê berê nebe jî, îro jî bîr û hizra hinek kes wekî berê
ye.
Tê zanîn, berê çep û sosyalîstên Tirk ji Kurdan dixwastin,
ku bona sosyalîzmê kar û xebatê bikin.
Digotin, sîstema sosyalîzmê ligel kêþeyên dinê pirsgirêka
Kurd jî çareser dike.
Hinek Kurd jî ji me dixwazin, ku tekoþîna me ji bona “cumhuriyeta
demokratîk” be...
Misulman jî dixwazin em wekî bapirên xwe Selahaddînê Mezin,
ji bona parastina îslamiyetê, bona rizgariya Qudsê kar û
xebat bikin..
Helbet, zilm û zordariya Ýsraîl li ser gelê Fîlîstînê, nayê
qebulkirinê.
Kurd jî ligel hemu kes, her tim dengê xwe dijî terora dewletê
ya Ýsraîl bilind kiriye, îro jî bilind dike.
Rast e, ku divê Kurd jî beþdarê xebata demokrasî ya seransere
Tirkiyê be.
Lê belê ligel wan, erkê me yê girîng û bingehîn, rizgariya
welatê me ye.
Li Tirkiyê, tekoþineka bihêz û maqul ji bo azadiya Kurdistanê,
alîkariyeka xurt e ji bo xebata demokrasî û pêþveçûne.
Her usa li Tirkiyê xebata demokrasî çiqas ber bi pêþ ve
biçe, rêka azadiya Kurdistanê jî ewqas xweþ dibe.
Bi baweriya min, Kurdistaneka azad û demokrat û pêþkevtîxwaz,
rewþa aloziya navçeya Rojhilata Navîn digore, rê li ber cîgirbûna
demokrasiyê li navçê, vedike.
Ku, ev yeka mezintirîn piþtgirî û alikariya gelê Fîlîstînê
ye.
Û ez piþtrast im eger Selahaddînê Mezin sax bûya, wê usa
bikira.
Ji bona azadiya gel û welatê xwe dijî dagirkeran þer bikira.
Ew dagirker, misulman bana jî…
|