Eger tipa paþiya jimarek dengdar be, hingê ”y” wek gihinekek
dikeve navbera wê jimarê û pêveka ”an”ê; wek ”didu+y+an=
diduyan”. Mesela, kesek dibêje ”Ez di gera xwe da roja pêþin
çûm Êlihê, roja diduyan ji ji wir çûm Farqinê”. Minakek ji
weha: ”Di komelê da seminera pêþin li ser edebiyata Kurdi
bû, ya diduyan ji li ser folklora Kurdi bû”.
Jimara pey a diduyan, ku sisê ye, rewþeka piçek cuda didêre.
Lewra, ji ber ku tipa wê ya paþin ”ê” ye, di rêzkirinê da
ew ”ê” diguhere dibe ”i” û jimar bi awayê ”sisi+y+an=sisiyan”
tê karanin. Mesela, kesek dibêje ”Ez du roj li Botan mam,
roja sisiyan ez ji wir çûm Xerzan”. Minakek ji weha: ”Ez’ê
du roj li Bedlisê biminim, roja sisiyan ez’ê ji wir herim
Mûþê”. Vê jimarê bi awayê jimara rêzê, di peyveka pêþiyan
a Kurdi da ji ci girtiye. Ew peyva pêþiyan li ser durustiya
di hevaliyê da ye û weha ye: ”Ku du heval bi hev ra rast
bin, ê sisiyan Xwedê ye”. Yani Xwedê ji wan ra dibe alikar.
Di strana ”Mala Nasir” da, jimarên ku tipên wan ên paþin
bêdeng in û yên ku dengdar in tev, bi awayê jimarên rêzê
ci girtine. Di ciyeki wê stranê da ji devê Mihemed Eliyê
mala Nasir weha hatiye gotin:
”Vê sibekê sê qor fiþekên modeliyê rijiyabûn ser ebayê
Min destek ji nava wan neqandibû; gula pêþin, mi bera bejn
û bedena Silêmanê Mistê dayê
Gula diduyan, mi bera bejn û bedena Ûsifê Eminayê dayê
Gula sisiyan, mi bera bejn û bedena Mistê birayê
Heci Mihemed dayê
Gula çaran, mi bera bejn û bedena Bazo dayê
Gula pêncan, di tifinga mi da asê bûye, tifinga mi sifirkel
kiriye, ji êvara Xwedê ve ez dikim-nakim bi nikula etmaniyê
jê dernayê”.
Di ciyeki di yê wê stranê da ji ji devê Heci Mihemedê Mistê
Qutoyê Reþkoti ev jimarên rêzê weha hatine karanin:
”Gula pêþin, berdin bejn û bedena Xalitê biraye
Ê diduyan, bikujin Rizganê Axaye
Ê sisiyan, bikujin Hemidê zavaye
Ê çaran, keysê binin û bikujin Mihemed Eli,
bavê xezebê, gamêþê dehlê, beranê kostekkiri, gurê meha
Sibatê, roja þer û xemên giran daim daim deqê sed peya ye”.
Wek ku diyar e û li ber çavan e, di van minakên jorin ên
folklori da nehatiye gotin ”yekemin”, ”duwemin”, ”sêyemên”,
”çaremin” û ”pêncemin”; lê hatiye gotin ”pêþin”, ”diduyan”,
”sisiyan”, ”çaran” û ”pêncan”. Lewra di Kurdiya jorin da
weha tê gotin; di Kurdiya jorin da çu kesek, jimarên rêzê
bi awayên Farisi bi kar nayne.
Nuha ji em qala jimarên moviki yên rêzê bikin. Jimarên moviki
ew jimar in ku di navbera deha-dehên jimarên di da wek movikan
ci digirin, jimarên di deha-deh digihinin hev û bi hev ve
bend dikin. Movikên tiliyan çawa beþên tiliyan digihinin
hev, ev jimar ji jimarên di deha-deh digihinin hev û bi hev
ve bend dikin, girêdidin.
Ji jimarên moviki ”deh”, wek jimarên di pêveka ”an”ê digire;
yani ew pêvek tê dûwayiya wê û bi wi awayi ew jimar dema
ku dibe jimara rêzê, dikeve awayê ”deh+an=dehan”. Mesela,
kesek dibêje ”Ez neh roj li Germokê mam, roja dehan ez ji
wir çûm Siwêrekê”.
Siyahpoþ ew jimara rêzê weha bi kar aniye:
”Li ser textê dehan ew þahê Qulzem
çeleng rûniþt weki Keyxusrew
û Cem”.
|