Herwekî tê zanin, Encumena Asayîþa Netewiya Tirk, di civina
xwe ya dawî, ku di 23’ê meha Sibata sala 2007’an da çêkir,
biryar da ku deriyê peyvendiyên ligel Serokatiya Siyasiya
Kurdistanê veke.
Biryara Encumena Asayîþa Netewiya Tirk ev e, ku bona çareserkirina
pirsgirêkan, pirtir hewlên siyasî û dîplomasi bê dayinê.
Tiþteke eþkere bû, ku berê civîna Encumena Asayiþê, nakokî
di nava hikumeta Erdoxan û leþkerê Tirk da hebû.
Erdoxan gotibû, ku “Çima ji bo geþbûna pêyvendiyên ligel
Hikumeta Herêma Kurdistanê, gav neyên avêtin? Eger gavên,
ku bêne avêtin, bibite sedema aramiya herdu aliyan, em hertim
amade ne gavên hanê bavêjin. Eger helwest û siyaseta hanê
cigîr be, ruwengeh û rêbazeka nuh, wê þuna tirs û metirsiyên
piçûk bigre. Ev yêka jî dibite alîkariyeka mezin ji bona
ku, em kêþeyên xwe zûtir çareser bikin.”
Hemu hêzên mîlîtarîst û þoven û regezperest, berê hemu Serokê
Erkena Leþkerê Tirk Yaþar Buyukanit jî, dijî axaftina Erdoxan
derketin û digotin, ku “ev yêka çu car nabe, serokên Kurdistana
Baþûr piþtgiriya PKKê dikin, çawa dewleta me ya mezin bi
Talabanî û Barzanî ra rûdine, giftugo dike”, û hwd..
Bîryara Encumena Asayiþê nîþan dide, ku curê lihevhatinek
di nava Hikumeta Erdoxan û generalên Tirk da pêkhatiye.
Bê guman gelek sedemên lihevhatina hanê hene; hinekê wan
giringtir in.
Bê þik zexta Dewleta Yekbûyî ya Amerîka (DYA) û zirufên
navçeyê li ser bîryara henê gelek in.
DYAê gelek caran û bi eþkere ragihand, ku dewleta Tirk ji
bona çareserkirina kêþeyên xwe divê ligel desthilatdarên
Iraq û Herêma Kurdistanê dan û standin bike.
Sedemên din yên girîng jî halwesta Serokatiya Siyasiya Kurdistana
Baþûr e.
Serokatiya Siyasiya Kurdistana Baþûr jî, gelek caran û bê
dudiliyê eþkere kir, ku dijî þerê nav Kurd e; êdî tu kes
nikare nava Kurdan da þerê birakujiyê derxe; careke dinê
ligel PKKê þer nakin; çareserkirina kêþeya PKKê di nava Tirkiyê
da ye; kêþeya Kurd li Tirkiyê kêþeyeka siyasî ye û bi bikaranina
zebr û zorê nayê çareserkirinê û hwd..
Sedemên din a giring jî zirûfê navçê ye.
Li Iraqê rejîma Saddam nemaye û karbidestên nû yên Iraqê
dijî hatina Leþkerê Tirk bo Herêma Kurdistanê ne.
Ne tenê karbidestên Iraqê, hemu dewletên Ereb dijî destêverdana
Tirkiyê ne di kar û barên navxweyiya Iraqê da.
Sedem çi dibin bila bin, bê guman biryara Encumena Asayiþa
Netewiya Tirk, biryareka girîng e û dilê aþitixwaz û diyalogxwazan
xweþ kir.
Her ji ber vê yekê jî Serokê Herêma Kurdistana Baþûr Kak
Mesud Barzanî got, ku “em pêþwaziya biryara hanê dikin û
ji bona giftugo û dan û standinê amade ne.”
Wext wê nîþan bide, gelo biryara Encumena Asayiþ li ser
kaxizê bimîne, an hikumeta Erdoxan bona ci be ci kirina biryarê
gavan bavêje?
Kurdên Baþûr bi ronî halwesta xwe diyar kirin.
Dil dixwaze Erdoxan jî li ser axaftina xwe pêgir be, guhê
xwe nede axaftin û gotinên hîç û pûçên mîlîtarîst, þoven
û regezperestên Tirk, bona ci be ci kirina biryara Encumena
Asayiþê gavan bavêje.
Yên ku li ser Kurdên Bakur ferz e, piþtgirî kirin e li halwesta
Serokatiya Herêma Kurdistan û dan û standin û diyalogê.
Bê guman erk û berpirsiyariyeka mezin li ber PKKê heye.
Yek ji kêþeya dewleta Tirk ligel Hikumeta Herêma Kurdistana
Baþûr hebûna bingehên PKKê ye li vê beþê welatê me.
Ji bona vê yekê jî berê herkesî erkê PKKê ye, ku alikariya
pêþveçûna diyalog û dan û standinê bike.
Bi bawariya min gavên pêþîn, ku divê PKK bavêje, dirêjkirina
agirbesê ye.
Þerê PKKê yê berê yê ligel dewlet, bo Kurdistan û doza Kurd
zirarbexþ bû.
Lê belê þerê vê carê wê bibe þerê kavilker û kambaxî.
Ji bona vê yêkê divê PKK jî guhê xwe bide daxwazên aþitîxwazan.
Û karê usa neke û helwesta usa negre, ku bibe asteng li
ber pêþveçûn û cigirbûna Ezmuna Kurdistana Baþûr.
|