Ev pêþbendýka “lý”yê dý hýn rewþan da bý awayê “lê” ji bý
kar tê anin. Ew peyvýk dý eslê xwe da “lý wê” yan “lý wi”
ye; dý sazkýrýnê da hatiye kurtkýrýn û bûye “lê”. Awayê sazkýrýna
wê û ciyê karanina wê weha ye:
Eger navê ciyek berê hatýbe gotýn yan ew nav bý awayek kýfþ
be û bê zanin, hýngê bý pýrani “ý” jý pêþbendýka “lý”yê dýkeve
û “l”ya wê tenê dýmine, þûnnava wi ciyi ji dýbe “ê” û bý
wê “l”yê ve dýzelýqe; bý wi awayi her du pêkve dýbýn “lê”
û ew “lê” wekiliya her duyan dýke, dý þûna her duyan da bý
kar tê anin. Hýngê mexsed, “lý wê” yan “lý wi” ye.
Vi awayi dý peyveka pêþiyan a Kurdi da weha ci gýrtiye:
“Ew ci býþewýte ku xýzmê mýrov lê tunebe, ew gorýstan býþewýte
ku mýriyê mýrov lê tunebe” yani “lý wi” û “lý wê”, lý wi
ciyi û lý wê gorýstanê.
*
Lê herçi paþbendýka “da”yê, tým dýgel pêþbendýka “dý”yê
bý kar tê anin û her du pêkve mana “lý”yê dýdýn, kar û fonqsiyona
“lý”yê tinýn ci. Bý peyveka di, pêþbendýka ku ihtiyaca wê
bý paþbendýka “da”yê heye û tým dýgel wê bý kar tê anin,
ew “dý” ye, ne “lý” ye. Disa bý peyveka di, ihtiyaca pêþbendýka
“lý”yê bý paþbendýka “da”yê qet tune.
Jý aliyê kar û fonqsiyonê ve ji ferqa navbera “lý”yê û “dý
.... da”yê ev e ku “lý” bý vê maneyê, tenê jýbo ciyan bý
kar tê anin; jýbo deman û karan û týþtan qet bý kar nayê
anin; lê “dý ..... da”, hem jýbo ciyan, hem ji jýbo deman
û karan û týþtan bý kar tê anin. Mesela, kesek dýbêje “Dý
bajarê Amedê da mýnareyek heye ku lý ser çar stûnan e, jê
ra Mýnara Çarlýng tê gotýn”. Ev tevok (cumle) bý “lý”yê ji
tê sazkýrýn; mesela, tê gotýn “Lý bajarê Amedê mýnareyek
heye ku lý ser çar stûnan e, jê ra Mýnara Çarlýng tê gotýn”.
Minaka deman ji weha: “Newroz dý 21’ê Adarê da tê pirozkýrýn”,
“Dý meha Temûzê da germ pýrr zêde dýbe” û wd. Wek ku diytar
e, ev her du tevok ji bý “dý .... da”yê hatýne sazkýrýn.
Lê belê ev bý “lý”yê nabe. Mesela, nabe bê gotýn “Newroz
lý 21’ê Adarê tê pirozkýrýn”, “Lý meha Temûzê germ pýrr zêde
dýbe” û wd. Lewra “lý” jýbo deman bý kar nayê anin.
Çend minakên týþtan ji weha: “Evina welêt tým dý dýlê mýn
da ye”, “Ez’ê dý seminerê da beþdar býbým”, “Mýn ew xeber
dý kovarek da xwend” û wd. Dý van tevokan da ji nabe bê gotýn
“Evina welêt tým lý dýlê mýn e”, “Ez’ê lý seminerê beþdar
býbým”, “Mýn ew xeber lý kovarek xwend” û wd. Lewra “lý”
jýbo týþtan ji bý kar nayê anin.
Wek ku jý van minakên diyarkýri ji pýrr baþ kýfþ dýbe û
tê zanin, qada karanina “dý ...... da”yê jý qada karanina
“lý”yê fýretýr e; lê belê “lý” bý hêza xwe bý qasê “dý ......
da”yê ye. Bý peyveka di, pêþbendýka “lý”yê bý vê maneyê,
bý serê xwe bý qasê pêþbendýka “dý”yê û paþbendýka “da”yê
xurt e, bý serê xwe mana wan her duyan dýde, wezifa wan her
duyan dýbine.
Peyveka pêþiyan Kurdi heye, weha ye: “Hûr e, lê devê þûr
e”. Ev peyva pêþiyan lý ser kesên wýsa tê gotýn ku bý telên
xwe, bý laþên xwe hûr ýn, lê karên hêja û gýranbuha dýkýn,
hunerên rûmetbýlýnd jý destên wan tên. Mýrov dýkare vê peyva
pêþiyan dý heqê vê “lý”yê da ji bý kar bine. Lewra ew ji
hûr e, tenê du tip e; lê bý hêza xwe bý qasê “dý ...... da”yê
xurt e.
“Dý .... da”yê dý edebiyata klasik û folklora Kurdi da ji
gelek ci gýrtiye. Mesela, mamostayê mezýn Ehmedê Xaniyê nemýr,
dý beþê 5’an ê “Mem û Zin”ê da dema qala býndestiya Kurdan
kýriye û jý ber wê yekê xemginiya xwe daye zanin, weha gotiye:
“Ez mame dý hikmeta Xwedê da
Kurmanc-ý dý dewleta dýnê da
aya bý çý wechi mane mehrûm
bilcumle jýbo çý bûne mehkûm!”
Ev her çar malýk bý Kurdiya xwerû weha ne:
“Ez þaþ mame dý hikmeta Xwedê da
Kurd dý hebûn û dewleta dýnê da
gelo çýma û jý ber çý mane bêpar
hemi jý ber çý bûne býndest
û stûxwar!”
Wek ku diyar e, mamostayê mezýn lý výr “dý .... da” bý kar
aniye û gotiye “dý hikmeta Xwedê da”.
Xani dý serê beþeki “Nûbuhara Býçûkan” da ji dý heqê xweþiya
nûbuharê û gerê da weha gotiye:
“Dý fesla nûbuharê da dýgel dilber býçin geþtê
jý ew xweþtýr
umýr nabýt, lý mýn ew hal qewi xweþ tê”.
“Fesl” Erebi ye, yani saledem, mewsým. “Geþt” Kurdi ye,
yani ger. Týþtê jý me ra pêwist ev e ku hozên lý výr ji “dý
.... da” bý kar aniye û gotiye “dý fesla nûbuharê da”.
|