UNESCO: “Li Kurdistanê 11 ziman li ber mirinê ne”

Saziya Perwerdehî, Zanistî û Ferhengî ya Rêxistiya Navnetewî-UNESCOyê raporta xwe ya di derbarê zimanên cîhanê de bi daxuyaniyek eþkere kir. UNESCOyê, herweha rewþa nexþeya zimanên cîhanê jî çêkir û li gor vê nexþeyê zimanên cîhanê di kategoriyên wek; ‘bêewle’, ‘xeter’, ‘xetera ciddî’, ‘krîtîk’ û ‘mirî’ de nirxand.

UNESCOyê, di rapora xwe de herweha bal kiþand ser xetera têkçûna 2500 zimanên cihanê. Saziya Perwerdehî, Zanistî û Ferhengî ya Rêxistiya Navnetewî ya li New Yorkê xuya kir ku îro li cîhanê zêdetirê 6 hezar zimanên zindî ku tên axaftin, hene. Nêzî 200 ziman di dirêjiya 3 nivþên derbasbûyî de teqrîben ji nav çûne û nêzî 2300 zimanên din jî di bin xetera jinavçûnê de ne.

Li gor raporta UNESCOyê, li cîhanê nêzî 200 ziman mane ku ji alî kêmtirê 10 kesan ve tên axaftin. Herweha 178 zimanên din jî hene ku ji alî 10 heta 50 kesan ve tên axaftin. Di rapora UNESCOyê de tê diyarkirin ku nêzî  ji sêya yekê zimanên cihanê di nav gelên Afrîqayê de tê axaftin. Li gor pêþbîniyan ji sedî 10ê van zimanan heta 100 salên din dê ji nav herin.

Li gor wê raporê, welatên wek Hîndîstan, Emerîka, Brezîlya, Endonezya û Meksîka pirzimanî ne, lê gelek ji zimanên ku li van welatan hene, li ber xetera têkçûnê ne.

Li gor rapora UNESOyê ji 2500 zimanên di bin xeterê de, 18 li Tirkiyeyê ne. Zaravayê zazakî ya Kurdî jî di nav lîsteya zimanên di xeterê de hatiye hejmartin.

Li gor nexþeya UNESCOyê zimanên ku li Tirkiyê di bin xeterê de ne ev in: Abaza, Ahbazî, Adîge, Gagavûz, Pontûsî, Yûnaniya Qapadokî, Lazî, Hemþînî, Romanî, Sûretî, Ermenîi, Kabar-Çerkesî, Kurdî (Zazakîi), Hervetîinî, Ubihî, Turoyoyî, Milahsoyî, Judezmo (Ladîno-Hubrî).

Ji van zimanan; Yûnaniya Qapadokî, Milahsoyî û Ubihî di nav kategoriya zimanên mirî de cîh digrin. Zimanê Ubîhî di sala 1992an de piþtî axêverê dawîn Tevfik Esenç mir, ji holê rabû.

Herweha li Tirkiyê zimanên Abazayî, Hemþînî, Lazî, Pontûsî (Yûnanî), Romanî, Sûretî (Süryanice) û Ermenî jî di xeterê de ne. Li Türkiyê axêverên Sûretî nemane, yên ku vî zimanî diaxivin koç kirine. Gagavûzî û Ladino ya zarava Hubrî û Turoyo jî di xeterê de ne. Tûroyo li herema Mîdyadê ji alî Suryaniyan ve tê bikaranîn. Di sala 2008an de axêverên vî zimanî li ruyê cîhanê qasî 50 hezar kes tê texmînkirin.

 Zimanê Hervetî di kategoriya ‘krîtîk’ de cîh digre û Abhazî, Adîge, Kabar-Çerkesî û Zazakî jî di kategoriya zimanên ‘bêewle’ de cîh digrin.

 

Li gor rapora UNESCOyê li Kurdistanê jî 11 ziman li ber têkçûnê ne

 

Li aliyê din Zimanên Milahsoyî ku li Bakurê Kurdistanê li navçeya Licê li Gundê Qamiþlo dihat axaftin piþti ku Ýbrahim Hanna di sala 1995an de mir,  ji holê rabû. Hanna ji Rojavayê Kurdistanê koçê Licê kiribû. Milahsoyî yek ji devokên Aramî ye.

Li gor UNESCOyê li Kurdistanê zimanên Turoyo ya zaravayê Asûrî/Suryanî û Zazakî û Hawramî ya Kurdî di bin xetera mirinê de ne. Li gor lîste ya UNESCOyê li Kurdistanê Zimanê Milahsoyî jî miriye û ziman û zaravên wek Halawlayî, Lîþanayî, Dîdanî, Hertewînî, Denî, Sûretî, Kilîtî jî li ber xetera têkçûnê ne. (rûdav)


Haberin kaynaðý : demanu.com.tr
DEMA NÛ - ROJNAMEYA HEFTEYÎ YA SIYASÎ Û ÇANDÎ